Tirkiye

Serokomar Erdoganê di Lûtkeya NATOyê da bi serokan ra were ba hev

Ferdi Türkten  | 11.06.2021 - Rojanekırın : 11.06.2021
Serokomar Erdoganê di Lûtkeya NATOyê da bi serokan ra were ba hev

Ankara

 Serokomar Recep Tayyîp Erdoganê li Lûtkeya NATOyê ya ku wê 14ê hezîranê li Bruksela paytextê Belçikayê were kirin bi Joe Bîdenê Serokê Amerîkayê û serokê welatên din ra were ba hev.

Serokomar Erdogan ji bo beşdarî Lûtkeya NATOyê ya ku serokên dewlet û hikûmetan beşdar bibin ya li Baregeha NATOyê bibe ew ê 13ê hezîranê here Belçikayê.

Erdoganê bi serokên dewletên endamê NATOyê ra rûbirû hevdîtinan bike û di vê çarçoveyê da bi Bîdenê Serokê Amerîkayê, Gitanas Nausedayê Serokomarê Lîtwanyayê, Egils Levitsê Serokomarê Letonyayê, Angela Merkela Serokwezîra Almanyayê, Boris Johnsonê Serokwezîrê Îngiltereyê, Kiryakos Miçotakisê Serokwezîrê Yewnanistanê ra were ba hev. Tê plankirin ku Erdogan bi Emmanuel Macronê Serokomarê Fransayê û Mark Rutteyê Serokwezîrê Holandayê ra jî were ba hev. Li bendê ne ku di hevdîtinan da li ser îtifaqa NATOyê, têkiliyên dualî û mijarên herêmî biaxivin.

Hevdîtina Erdogan-Bîden ew ê bibe hevdîtina ewil a serokên herdu dewletan ya piştî bijartina Bîden.

Rojeva li NATOyê ya Serokomar Erdogan û heyeta Tirkiyeyê ya pê ra bi piranî ew ê li ser mafên desthilatdariya Tirkiyeyê, geşedanên li herêmê û rêznîşandana hesasiyeta ewlehiyê be. Di lûtkeyê da ew ê balê bikişînin ser biryardarbûna Tirkiyeyê ya di vê mijarê da.

Di lûtkeyê da Tirkiyeyê carekê dîsa balê bikişîne ku di çarçoveya îtifaqê da hemû wezîfeyên xwe bi cî tîne, di têkoşîna dijî terorê û xebatên kirîza mirovahiyê da jî teklîfên hevkariyê dubare bike.

Dîsa di civînê da ew ê were gotin ku piştî vekişîna Amerîka û NATOyê ya ji Efxanistanê dijî tehdîda terorê dibê NATO û mitefîq piştgiriyê bidomînin, Tirkiyeyê ji bo bi serkerftî meşandina pêvajoya aştiyê berpirsyariyên xwe bi cî bîne.


Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.