Tirkiye

Serokomar Erdogan û Serokwezîrê Îngiltereyê Johnson bi telefonê axivîn

Mehmet Tosun  | 21.06.2022 - Rojanekırın : 22.06.2022
Serokomar Erdogan û Serokwezîrê Îngiltereyê Johnson bi telefonê axivîn

Ankara

Serokomar Recep Tayyîp Erdogan bi Serokwezîrê Îngiltereyê Borîs Johnson ra bi têlefonê axivî.

Li gor daxuyaniya Serokatiya Ragihandinê ya Serokomariyê, ew di pîşesaziya parastinê da hevkarî di serî da li ser têkiliyên Tirkiye û Îngiltereyê, şerê Rûsya û Ukraynayê û mijarên din axivîn.

Erdogan got ji bo ku dexl û denê li Ukraynayê bi ewlehî ji welêt were derxistin, divê teqez çareserî bê dîtin.

Serokomar Erdogan û Serokwezîra Estonyayê Kallas bi telefonê axivîn

Serokomar Recep Tayyîp Erdogan bi Serokwezîra Estonyayê Kaja Kallasê ra bi têlefonê axivî.

Li gor daxuyaniya Serokatiya Ragihandinê ya Serokomariyê, ew li ser têkiliyên Tirkiye û Estonyayê, şerê Rûsya û Ukraynayê û mijarên herêmî axivîn.

Erdogan got ji bo ku Rûsya û Ukrayna dîsa vegerin mizakereyan û rewşên neyînî yên însanî yên ji ber şer çêbûne bên kêmkirin hewl didin.

Serokomar Erdogan anî ziman ji bo ku rê li ber qeyrana xida û xurek bê girtin, den û dexlê Ukraynayê jî ji ser Behra Reş ra bê îxrackirin ew bi Neteweyên Yekbûyî ra dixebitin.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın