Tirkiye

Serokomar Erdogan: "Înşellah her kes wê di Tirkiyeya nû da qebûl bike ku azadî ji bo her kesî û li gor wekheviyê be"

Ekip  | 02.12.2025 - Rojanekırın : 02.12.2025
Serokomar Erdogan: "Înşellah her kes wê di Tirkiyeya nû da qebûl bike ku azadî ji bo her kesî û li gor wekheviyê be"

Ankara

Serokomar Recep Tayyîp Erdogan di Merasima Peşkavêtinê ya Daraza Edlî Dadger û Dozgerên Komarê û Dadgerên Daraza Îdarî da axivî.

Erdogan bal kişand ser xebata jinan a di qamûyê da û wiha got, "Qedexeyên cil û bergan di serî da, her ku astengî yek bi yek tên rakirin, jin di burokrasiya qamûyê da zêdetir cih digirin û dixuyên. Her kes wê hîn bibe ku jin bêyî ferqa qamû û taybet wê di qadên cuda yên jiyanê da bi serbilindî cih bigirin."

Serokomar Erdogan li ser azadiyê sekinî û wiha axivî, "Belkî jê ra hinekî din dem lazim e belkî di hezimkirina wê da zehmetî were kişandin, lê înşellah her kes wê di Tirkiya nû da qebûl bike ku azadî ji bo her kesî û li gor wekheviyê be."

Erdogan behsa usûla xebatê ya darazê kir ku wiha got, "Saziya siyaset û medyayê jî tê da divê her kes rêzê nîşanî usûla xebatê ya darazê bide. Mensûbên darazê tenê bi biryarên xwe va dikarin biaxivin, divê sukûneta wan wekî zeafiyet neyê dîtin, divê tu kes vê îstismar neke. Kesên ku di her firsendê da dadger û dozgeran tehdîd dikin û hewl didin ku pergala edaletê bişehitînin, tirsa wan a herî mezin ew e ku rûyê wan ê rastîn derkeve holê.

Tê dîtin ku di siyasetê da uslûbeke wisa wareste hakim e ku mensûbên darazê dikin hedef, gelek caran wan tehdîd dikin. Sedema vê wehameta îdiayên ku bûne mixatab e. Ji bo miqamê dozgeriyê vekirina doza qamûyê ne tercîh e, mecbûriyeteke qanûnî ye. Lewra bi tê ra xwe şika sûc hatiye bidestxistin ku sûc hatiye kirin. Kesên ku darazê bi 'siyasalbûnê' sûcdar dikin, bi uslûba xwe ya nerind va mensûbên darazê kaşî nava nîqaşan dikin û bi vî awayî bi xwe darazê siyasal dikin. Kesên ku timî sûc davêjin stûyê hinekên din, dema dest bi berjewendiyên wan dikeve, bi uslûba xwe ya qirêj mensûbên darazê dixin hedef, divê dev ji vê yekê berdin."

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.