Serokomar Erdogan: "Înşellah em ê di rojên pêş da encamên vê hevdîtinê bibînin"
Istanbul
Serokomar Erdogan der barê hevdîtina bi DEM Partiyê ra wiha got, "Înşellah em ê di rojên pêş da encamên vê hevdîtinê bibînin."
Erdogan di Merasima Vekirina Baxçeyê Gel ya Balafirgeha Ataturkê da axivî.
Serokomar Erdogan diyar kir Îtifaqa Cumhur di demeke kurt da di pêvajoya Tirkiyeya Bêterorê da ku salek berê dest pê kiriye, pêşketinên girîng bi dest xist.
Erdogan ji bo çekdanîna rêxistina terorê got ku "Yekîneyên me yên pêwendîdar gav bi gav pêşketinan bi baldarî dişopînin. Em girîngiyê didin her gaveke erênî ku tên avêtin."
Erdogan diyar kir pêşî wê bigihîjin Tirkiyeyeke bêteror û paşê jî bi îzna Xwedê wê bigihîjin herêmeke bêteror û wiha dewam kir, "Ew kesên ku naxwazin Tirkiye meseleya xwe ya nîvsedsalî çareser bike, bi taybetî jî xerabkarên FETOyê, operasyonên xwe lezandine. Em ê bi helwesteke hesas, avakar û berfireh xebatên xwe bidomînin. Em ê teqez serdemeke nû bidin destpêkirin ku berdêlên miletê me daye badilhewa nebin û aştî, ewlehî û aramî li dervayî sînorên me jî serdest be. Her ku em nêzîkî armanca (Tirkiyeyeke bêteror) dibin, barê me girantir dibe û hewildanên ji bo sabotekirina pêvajoyê jî zêde dibin."
Serokomar Recep Tayyîp Erdogan der barê çêkirina xaniyên civakî da wiha got,"Em ê zû dest bi xebatê bikin da ku hewcedariyên welatiyên xwe yên kêmdahat bicîh bînin û xaniyên civakî di zûtirîn demê da temam bikin."
Serokomar Erdogan di axaftina xwe da bal kişand ser Stenbolê û wiha got, "Em pê eleqedar nabin ku bajarên me dengê xwe dane kê. Em dixwazin di her warî da ji her welatiyekî ji 86 milyon welatiyên xwe ra xizmetên herî baş peyda bikin. Em Stenbola xwe ji însafa kesên bêkêr, bêqedir û bêhişmendên dîrok û medeniyetê ra nahêlin. Stenbol ronahiya çavên me ye. Em nikarin bibînin ku ev bajarê delal careke din ji Heyama Fetretê ra derbas dibe."
Erdogan der barê çêkirina xaniyên civakî da wiha got, "Em ê zû dest bi xebatê bikin da ku hewcedariyên welatiyên xwe yên kêmdahat bicîh bînin û xaniyên civakî di zûtirîn demê da temam bikin."
Serokomar Erdogan erdhejên li Sindirgiya navçeya Balikesîrê bi bîr xist û wiha peyivî, "Me careke din dît ku mijara veguherîna bajarî nayê paşguhkirin. Divê dewlet, şaredarî û welatî destên xwe bidin hev û vê pirsgirêkê çareser bikin."
Erdogan bal kişand ser çêkirina baxçeyên gel û wiha got, "Baxçeyên me yên gel di nava mînakên herî baş yên siyaseta me ya xebatê da ne. Me li 81 wilayetan 313 baxçeyên gel ji bo xizmeta welatiyên xwe vekirine. Li baxçeyên meyên gel ku Navenda Rêvebiriya Afatan jî lê ye ji bo her karesatekê herî kêm 40 hezar kon dikarin werin danîn."
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
