Tirkiye

Serokomar Erdogan zêdebûna mehaneya kêmtirîn eşkere kir

"Dahata qasî mehaneya kêmtirîn ya sersalê ya ku bi sepana dervayî bacê dimîne va ji xebatkarên kamuyê û teqawîdbûyiyan ra ev zêdebûn wek 300 lire wê bê dayîn"

Kübra Kara  | 01.07.2022 - Rojanekırın : 03.07.2022
Serokomar Erdogan zêdebûna mehaneya kêmtirîn eşkere kir

Istanbul

 Serokomar Recep Tayyîp Erdogan eşkere kir ku mehaneya kêmtirîn dê ji tîrmehê pê va wek 5 hezar û 500 lire bê dayîn.

Serokomar Erdogan li Ofîsa Xebatê ya li Dolmabahçeyê Serokomariyê di civîna çapemeniyê ya ku der barê mehaneya kêmtirîn hat lidarxistin da axivî û got ku yek ji tevdîrên wan a din ew e ku xebatkar bila hember enflasyonê zehmetiyê nekşînin û hember bihayên zêde piştgiriyeke xurt bidin xebatkaran.


Erdogan got ku bi vê armancê di serê salê da hem mehaneya kêmtirîn, hem mehaneyên karmendan hem jî mehaneyên teqawîdbûyiyan gelekî zede kirin û diyar kir ku bi hewldanên Komîsyona Tesbîtkirina Mehaneya Kêmtirîn di mehanyên kedkaran da zêdebûneke ji sedî 50 kirin.

Erdogan destnîşan kir dema ku mehaneya kêmtirîn zêde kirin barê ku ji ber zêdebûnê çêbû li ser pişta kardêran bar nekirin ê diyar kir ku wek dewlet fedakariyeke mezin kirin digel mehaneya kêmtirîn ji hemû mehaneyan ji qisma heta mehaneya kêmtirîn bac hilnedan.

"Lêbelê piştî demek din me tesbît kir ku ev zêdebûn hember enflasyona mehên kanûna paşîn û ya pêşîn ên borîn kêm ma. Li ser vê yekê me demildest ji hevalên xwe xwest ku amadehiypên hewce bikin. Ji bo mehaneyên hemû xebatkarên me yên kamuyê û hemê teqawîdên me jixwe dê ji ser sedî 40î ra ferqa enflasyonê, zûdebûn bê kirin. Me dît hewce ye ku em kêmasiya xebatkarên bi mehaneya kêmtirîn dixebitin jî telafî bikin. Wezareta me ya Xebat û Ewlehiya Civakî bi telîmata me va demildest ji bo civînê bangî Komîsyona Mehaneya Kêmtirîn kir. Di encama xebata ku wezareta me bi hemû aliyan ra kir û hevdîtinan da me reqameke nû ya mehaneya kêmtirîn diyar kir. Ez niha dixwazim ku ji we ra mehaneya kêmtirîn a nû eşkere bikim. Ji 1ê tîrmehê pê va mehaneya kêmtirîn dê wek 5 hezar û 500 lire bê dayîn. Dewleta me serê karkerê dê 100 lire jî piştgiriyê bide kardêran."

Erdogan got ku bila mehaneya kêmtirîn a nû ji bo hemû xebatkaran û aliyên ku li gor wê dixeibitin bi xêr be û wiha axivî: "Wekî ku min kêliyek berê jî got ev zêdebûneke navberê da ye. Em ê tesbîta mehaneya kêmtirîn a esil înşeallah di serê salê da bikin. Ji aliyê din va dahata qasî mehaneya kêmtirîn ya sersalê ya ku bi sepana dervayî bacê dimîne va ji xebatkarên kamuyê û teqawîdbûyiyan ra ev zêdebûn wek 300 lire wê bê dayîn. Ez hêvî dikim ku ev zêdebûn jî ji bo her kesê ku dê jê sûd wergire bi xêr be. Înşeallah Tirkiye çiqas mezin bibe pîş bikeve û bigihêje hedefên xwer dê parvekirina hemû derfetên di destê xwe da bi hemû ferdûn gelê xwe ra bidomîne."

Serokomar Erdogan ji hemû aliyên Komîsyona Tesbîtkirina Mehaneya Kêmtirîn ra ji ber piştgiriyên wan ên erênî yên di vê pêvajoyê da spas kir û got "Me ji ber ku bi taybetî di civîna kabîneyê da ji sedî 25 nîqaş kir ew şaşî çêbû, ango me zêdebûneke ji sedî 30 kir."

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.