Tirkiye

Serokomar Erdogan: Wezîfeya me ya sereke ye ku li ciyên şewitîne ji berê zêdetir daran daçikînin

Barış Gündoğan   | 31.07.2021
Serokomar Erdogan: Wezîfeya me ya sereke ye ku li ciyên şewitîne ji berê zêdetir daran daçikînin

Ankara

Serokomar Erdogan: "Wekî rêveberiyeke ku daristanên Tirkiyeyê zêde kirine wezîfeya me ya sereke ye ku li ciyên şewitîne ji berê zêdetir daran daçikînin."

"Ji herêmên ji ber şewatê zirar lê qewimî ra bo pêwîstiyên sereke 50 milyon lire hat şandin."

Serokomar Erdogan: "Ji bo malên di şewatê da şewitîn û zirar dîtin jî wê alîkariya kirê bê dayîn. Zirar di qada çandinî, heywandarî û serayê da jî gihîştibe wê bê çareserkirin."

"(Li cihên wek herêmên afatê hatin îlankirin) Krediya bêfaîz a ji bo esnafan wê bê dayîn. KOSGEB wê alîkariya bilez bide. Di nav mehekê da wê çêkirina malan dest pê bike"

 "Di nav salekê da wê hemû xaniyên li herêma afatê gorî mîmariya herêmî tevlî hemû muştemilatên xwe wê bên temamkirin"

 "Li herêmên afata tesîra jiyana giştî bac, prîmên SGKyê, dayîna krediyên esnafan, Krediya Cotkariyê, deynê Ziraet Tarimê ew ê werin taloqkirin."

 "(Ji bo cihên di şewatê da zirar dîtin) Ji kon bigre heta xwarin û xurekê hemû lazimatî pêşkêşî mexdûran hat kirin."

"Hejmara taxên lê av hatibûn birîn ji 25an daket 15an."

"(Herêmên di tesîra şewatê da man) Li 35 gundan tengasiya ceyranê hebû xêncî 12 gundên ji bo tevdîrê ceyrana wan hat birîn ceyran dan yên din hemûyan."

 "Li gor xala 169emîn a Qanûna Bingehîn qadên şewitîne ji bo armanceke din nikarin bên bikaranîn û li wan deran wê ji nû va şax bên çikandin."

"(Li herêmên şewatê) Bira dilê welatiyên me rihet be. Em ê destûrê nedin ku tu welatiyekî me mexdûr bibe, em ê her zirara wan telafî bikin."

 "Di şewatên li herêmê da 3 welatiyên me can dane û li 334 welatiyên me yên ku di şewatê da ketine jî mudaxeleya tibî hatiye kirin û hemû hatine şandin."

"Li teşkîlata me ya daristanê 4 hezar û 300 wesayît û ji 21 hezarî zêdetir personel wezîfeyê dikin."

"Di 3 rojên dawîn da 4 hezar personel, 6 balafir, 45 firoke, firokeyeke bêmirov, 9 ÎHA, 660 arazoz, 65 makîneyên kar, 115 wesayîtên agirkujiyê, 31 ambulansan wezîfe kir."

"Me bi fîloya me ya ku balafirên amfîbîk ên xwedî teknolijiyên nû û helîkoptêrên me yên pêşketî va hewl da ku zirar û ziyan kêmtir bibe."

"Heke kesên qasî ku rabin agir berî vî welatî bidin li miletê me îxanetê dikin hene, deynê histûyê me ye ku bi pêsîra wan da bigrin û ceza bidin wan."

"Li herêmên şewitîn bi şiliya ewil va em ê dest bi daçikandina daran bikin."

"Ez bangî hemû welatiyên me dikim ku di mijarên parastina daristanan, temirandina agirê tê vêxistin, bêyî destûr vênexistina agir da bira baldar bibin."

"Bi taybetî jî bi saya wesayîtên bêmirov ên hewayî va şewat zû tên tespîtkirin û mudaxele zûtir tê kirin ev ji bo me derfetên mezin bûn."

"Sedema sereke ya pirsgirêka balafiran ew e ku THKya bi salan e wezîfeyê dimeşand fîloya xwe û teknolojiya xwe nû nekir."

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın