Tirkiye

Serokomar Erdogan wê di Civîna NATOyê da bi serokên dinyayê ra hevdîtinan bike

Zafer Fatih Beyaz   | 28.06.2022
Serokomar Erdogan wê di Civîna NATOyê da bi serokên dinyayê ra hevdîtinan bike

Ankara

Serokomar Recep Tayyîp Erdoganê ji bo beşdarî Civîna NATOyê bibe hat Madrîda bajarê Îspanyayê wê hevdîtinên dualî bike.

Erdogan wê di çarçoveya "Civîna Serokên Dewlet û Hikûmetan ya NATOyê" da li Navenda Kongreyê ya IFEMAyê ya Madrîdê bi serokên hin welatan ra hevdîtinan bike.

Tê plankirin ku Erdogan bi Serokê Amerîkayê Joe Bîden, Serokomarê Fransayê Emmanuel Macron, Serokwezîrê Îngiltereyê Borîs Johnson, Serokwezîrê Îspanyayê Pedro Sanchez, Serokwezîrê Almanyayê Olaf Scholz, Serokwezîrê Hollandayê Mark Rutte, Serokwezîrê Avusturyayê Karl Nehammer û Serokê Konseya Ewropayê Charles Mîchel ra bê bal hev.

Ji bilî vê Erdogan wê Serokomarê Fînlandiyayê Saulî Nîînîsto, Serokwezîra Swêdê Magdalena Andersson û Sekreterê Giştî yê NATOyê Jens Stoltenberg ra wê civîneke çaralî ya ji NATO-Tirkiye-Swêd-Fînlandiyayê pêk tê jî bike.

Di çarçoveya Civîna NATOyê da behsa şerê di navbera Rûsya-Ukraynayê, geşedanên herêmî, endamtiya NATOyê ya Swêd û Fînlandiyayê û mijarên wek van wê bên axaftin.

Serlêdana NATOyê ya Swêd û Fînlandiyayê jî wê bê axaftin.


Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın