Tirkiye

Serokomar Erdogan telîmat da LKDyê ku der barê rûniştina Lîsansê ya KPSSya 2022yan da lêkolînê bike

"Daneyên ku dê di encama teftîşa ku Lijneya me ya Kontrolê ya Dewletê der barê KPSSya 2022yan da bike hatin bidestxistin dê bi hesasî bûn nirxandin, pêngavên hewce bi lez bên avêtin. Em tu carî misade nakin ku ewladekî me tenê mexdûr bibe"

Enes Kaplan  | 03.08.2022 - Rojanekırın : 03.08.2022
Serokomar Erdogan telîmat da LKDyê ku der barê rûniştina Lîsansê ya KPSSya 2022yan da lêkolînê bike

Ankara

 Serokomar Recep Tayyîp Erdogan li ser îdiayên der barû hin pirsên di rûniştina Lîsansê ya KPSSya 2022yan da telîmata lêkolînê da Lijneya Kontrolê ya Dewletê (LKD).

Di daxuyaniya Serokatiya Ragihandinê ya Serokomariyê da hat gotin ku "Serokomarê me Birêz Recep Tayyîp Erdogan der barê hin pirsên di rûniştina Lîsansê ya KPSSya 2022yan da telîmara lêkolînê da Lijneya Kontrolê ya Dewletê. Lêkolîn dê demildest bigihêje encamê û bi raya giştî ra bê parvekirin."

Serokomar Erdogan jî di parvekirina xwe ya ji ser çapemeniya civakî da got ku "Daneyên ku dê di encama teftîşa ku Lijneya me ya Kontrolê ya Dewletê der barê KPSSya 2022yan da bike hatin bidestxistin dê bi hesasî bûn nirxandin, pêngavên hewce bi lez bên avêtin. Em tu carî misade nakin ku ewladekî me tenê mexdûr bibe."

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.