Tirkiye

Serokomar Erdogan: Sînordarkirina hatûçûna di nava bajaran de ji 1ê hezîranê pê de bi temamî hat rakirin

Serokomar Recep Tayyîp Erdogan: "Sînordarkirina hatûçûna di nava bajaran de ji 1ê hezîranê pê de bi temamî hat rakirin."

28.05.2020 - Rojanekırın : 29.05.2020
Serokomar Erdogan: Sînordarkirina hatûçûna di nava bajaran de ji 1ê hezîranê pê de bi temamî hat rakirin

Serokomar Recep Tayyîp Erdogan piştî Civîna Kabîneya Serokomariyê daxuyanî dan.


Erdogan got, "Tirkiye di warê rêgiriya şewbê û di hejmara mirinan de bo cîhanê bû nimûne. Ev serkeftin ya 83 milyonan pêkve ye."

Serokomar Erdogan anî ziman ku heta îro komên piştevaniya civakî yên Wefayê bi giştî bersiva nêzîka 6 milyon û 240 hezar xwestekan dane û got, "Bila gelê dilrehet be dê ti fîdakariya wan vala dernekeve. Heta em weke dewlet, millet yekîtî û tebayî, biratî û piştevaniya xwe bihêz bigirin, dê Xwedê li ber me gelek deriyan veke. Em ji dilûcan bawer in, siberojeke ronak li benda me ye. Em ji xwe bawer in. Em bi gel û dewleta xwe bawer in. Ji Morîtanyayê heta Bolîvyayê li kuderê bûn jî me welatiyên xwe bêxwedî nehiştin."

Erdogan derbarê cureya nû ya vîrusa koronayê (Kovîd-19) got, "Me karî ji 135 welatan bersivê bidin xwesteka 100 welatî yên ku ji me alîkarî yaxud kelûpel xwestin. Hemd ji Xwedê re, bi piştevaniya gel, em di warê tedbîran de û xizmetguzariya tendirustiyê di vê pêvajoyê de di nava welatan de di serê lîsteyê de ne."

Erdogan wiha jî got, "Sînordarkirina hatûçûna di nava bajaran de ji 1ê hezîranê pê de bi temamî hat rakirin. Welatiyên me yên xwedan kargeh ên ji 65 salan mezintir bi merca pabendiya maske, jihevdûriya civakî û paqijiyê dê bikaribin li ser karê xwe bin. Memûrên li îzna îdarî yaxud yên ku pergala xebata rehet bikar dibirin, dê ji 1ê hezîranê pê de vegere mesaiya xwe ya asayî. Tesîsên bêhnvedanê yên li ser rêyan, plaj, park û baxçeyên millî di çarçoveya rênimayan de piştî 1ê hezîranê têkevin fealiyetê. Cihên firotina heywanan piştî 1ê hezîranê, hîpodrom jî dê piştî 10ê hezîranê vebin. Korsên ajovaniyê û yên weke wan, herwiha muze û cihên şûnwariyê jî dê ji 1ê hezîran şûn de vebin."

Serokomar Erdogan bal kişand ser rabûna hinek sînordarkirinan û wiha axivî:

"Sînordarkirina li ser werzişa takeyî jî hatin rakirin. Domandina hinek ji sînordarkirinên derketina derve heta maweyekê, em fêdedar dibînin. Dê rojên yekşemban sepana derketina derve ya 65 salan û bi jortir, bidome. Temamê koma 0-18 salî dê rojên çarşemb û îniyan ji saet 14.00 heta 20.00 ne daxilî sepana sînordarkirinê bin."

Serokomar Erdogan herwiha got, "Di pergala nû ya asayî de maske, jihevdûrî, paqijî, em va îhmal nekin."

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın