Tirkiye

Serokomar Erdogan: Sozên tên dayîn girîng in, lê ya girîngtir tevger e

Barış Gündoğan   | 01.07.2022
Serokomar Erdogan: Sozên tên dayîn girîng in, lê ya girîngtir tevger e

Ankara

 Serokomar Recep Tayyîp Erdogan got: "Her çiqas mixalefet bixwaze bêqîmet nîşan bide jî, Civîna NATOyê ji bo Tirkiyeyê serkeftineke mezin a dîplomatîk e. Vê rastiyê ne tenê mixatabên me, her kesê ku xwedî wîcdan, aqil û agahiyên dîplomasiyê yên herî kêm e jî qebûl dike."

Erdogan li Madrîda paytextê Îspanyayê piştî Civîna NATOyê ya Serokên Dewlet û Hikûmetan bi rojnamevanan ra hat li gel hev û pirsên wan bersivand.

Serokomar Erdogan got ziyareta wî ya NATOyê temam bûye, heke şerê Ukraynayê jî bê fikirîn ev civîn yek ji wan civînên herî girîng bû ku bi serkeftî temam bû.

- "Sozên tên dayîn girîng in, lê ya girîngtir tevger e"

Der barê serlêdana endamtiya NATOyê ya Swêd û Fînlandiyayê da Erdogan got wan daxwaza tevgerên dijî terorê li Madrîdê jî anîn ziman û wiha axivî: "Di Qada Stratejîk da cara ewil e ku me da qeydkirin rêxistinên terorê ji bo gelê me, axa me û hêzên me yên ewlehiyê tehdîd in. Ji vir şûn da ji bo endamên FETO û PKKyê meşandina propagandaya terorê, êrîşên dijî welat û welatiyên me, şewitandina der û dorê wê zehmettir be."

Serokomar Erdogan der barê mixtiraya sêalî da wiha got: "Sozên tên dayîn girîng in, lê ya girîngtir tevger e. Wek welatekî di mijara terorê da çend caran ji pişta xwe hatiye xençerkirin em bi tevdîr tevdigerin. Swêd wê 73 terorîstan ji me ra bişîne. Niha jê 3-4 kes şandin, lê têrê nake. Wezareta Edaletê, Karên Derva û MÎT wê ji nêz va bişopînin."

- "Civîna NATOyê ji bo Tirkiyeyê serkeftineke mezin a dîplomatîk e"

Erdogan got mixalefet ji siyasetê û têkiliyên bi NATOyê ra fêm nake û wiha pê da çû: "Her çiqas mixalefet bixwaze bêqîmet nîşan bide jî Civîna NATOyê ji bo Tirkiyeyê serkeftineke mezin a dîplomatîk e. Vê rastiyê ne tenê mixatabên me, her kesê ku xwedî wîcdan, aqil û agahiyên dîplomasiyê yên herî kêm e jî qebûl dike. Ne Kiliçdaroglu û ne jî Akşener ferî siyasetê bûye. Çawa dikevî NATOyê û çawa nakevêyî, haya wan ji van tiştan tune. Divê ewil fêrî vê bibin."

- "Gotin em we bi Yewnanistanê ra bînin bal hev"

Serokomar Erdogan der barê têkiliyên Tirkiye û Yewnanistanê da jî wiha axivî: "Di civîna NATOyê da hemû serokan got 'Em bibin navbeynkar û we bi Yewnanistanê ra bînin bal hev'. Me got 'qusirê nenihêrin, niha wextê me ji bo vê tune."

Der barê tesbîtkirina mehaneya kêmtirîn da jî Erdogan wiha got: "Ez dizanim ku Komîsyona Tesbîtê ya Mehaneya Kêmtirîn wê asta herî baş eşkere bike. Em ê jî înşallah xebera mizgîniyê bidin karker û kedkarên xwe. Soza me û biryara me heye ku li hemberî enflasyonê em ê tu welatiyekî xwe jî nedin êşandin. Li gor şert û mercan çi hewce dike, em ê wê bikin."

Erdogan behsa cezayê ji bo kujerê Pinar Gultekîna xwendekara zanîngehê ye hat dayîn jî kir û ji bo biryarê jî wiha axivî: "Mijara îdamê dibe ku dîsa bê rojeva welatê me. Wehşetek li holê heye ku ev wehşet ne li gor vî miletî ye."

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın