Serokomar Erdogan: "Sedsala Tirkiyeyê ku di hîmê wê da demokrasî, geşe, aramî û dadmendî heye, emê pêkva ava bikin"

Istanbul
Serokomar Recep Tayyîp Erdogan got, "Sedsala Tirkiyeyê ku di hîmê wê da demokrasî, geşe, aramî û dadmendî heye, emê pêkva ava bikin. Haxtî hûn mizgêniyan bistînin û hunê bistînin jî."
Serokomar Erdogan li Stenbolê di Bernameya Malbata bi Dayikê Hêzdar, Tirkiyeya bi Malbatê Hêzdar da axivî.
Erdogan bal kişand ser tundiya li hember jinan û got, "Em bi biryardarî li ser binemaya xwe ya sifir tolerans a di warê têkoşana dijî tundiya li hember jinê da, berdewam in. Em bê destberdarî qanûna bi jimareya 6284 ku mertaleke qewî ye li dijî tundiya li hember jinê, cîbicî dikin û hertim ji bo me berahî ye."
Serokomar Erdogan destnîşan kir ku sedema sereke ya tundiya navmalbatî mubtelabûna alkolê ye û got, "Her çiqas hinek derdorên diyar, nexwezin qebûl bikin jî, mubtelabûna alkolê yek ji mezintirîn sedemên tundiya navmalbatî ye."
Erdogan pêşniyaza xwe ya ji bo zewacê dubare kir û got, "Em li dijî hemî sepanên şaş ên ku zewacê dijwar dikin têdikoşin. Ji bo ku rêbazên jirêketî ku jê ra LGBT tê gotin, civakî îfsad nekin em tedbîrên pêwîst distînin."
Serokomar Erdogan bal kişand ser giringiya Sedsala Tirkiyeyê û got, "Sedsala Tirkiyeyê ku di hîmê wê da demokrasî, geşe, aramî û dadmendî heye, emê pêkva ava bikin. Haxtî hûn mizgêniyan bistînin û hunê bistînin jî."
Erdogan li ser projeya Tirkiyeyê Bêteror got, "Em biryardar in ku welatê xwe ji belaya terorê xilas bikin. Em gav bi gav ber bi armanca xwe ya Tirkiyeya bêyî teror da diçin."
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.