Ekip
22 Hezîran 2026•Rojanekirin: 22 Hezîran 2026
Serokomar û Serokê Giştî yê AK Partiyê Recep Tayyîp Erdogan ji bo civînên NATO û TDTyê wiha got: "Nav û dengê navneteweyî ya Enqereyê wê zêdetir be, paytexta me wê wekî navenda dîplomasiyê ya kurewî navê xwe bide behskirin."
Serokomar Erdogan di Hevdîtina Teşkîlata AK Partiyê ya Enqereyê ya ku li ATO Congressiumê hat lidarxistin da axivî.
Erdogan der barê Civînên NATO û TDTyê yên ku wê li Enqereyê bên lidarxistin da wiha got: "Nav û dengê navneteweyî ya Enqereyê wê zêdetir be, paytexta me wê wekî navenda dîplomasiyê ya kurewî navê xwe bide behskirin."
Serokomar Erdogan anî ziman ku wan di dema desthilatdariya xwe da gelek pirsgirêkên welêt çareser kiriye û wiha axivî: "Di dema desthilatdariya me da me gelek pirsgirêkên welatê xwe çareser kirin, lê me nekarî ku em pirsgirêka vîzyonê ya mixalefetê ya ku kronîk bûye çareser bikin. Reqîbên me yên siyasî şev û roj ji bo kursiyê şer dikin, lê em wekî desthilat û îtifaq têdikoşin ku Tirkiyeyê ji bo dahatûyê amade bikin."
Erdogan mixalafetê rexne kir û wiha dewam kir: "Dema em rewşa nebaş ya ku saziya siyasetê ketiye destên kesên ku bûne aşiqên meqam û qoltixan dibînin, em li ser navê welatê xwe xemgîn dibin. Her çiqas reqîbê me be jî, mixalefet be jî, em naxwazin ku navê partiya herî mezin a duyemîn a Tirkiyeyê bi şer û rageşiyê va bê girêdan."