Zafer Fatih Beyaz
10 Tîrmeh 2026•Rojanekirin: 10 Tîrmeh 2026
Serokomar Recep Tayyîp Erdogan li 36emîn Civîna Serokên Dewlet û Hikûmetan ya NATOyê, di navê da Serokê Amerîkayê Donald Trump, Serokomarê Fransayê Emmanuel Macron, Serokomarê Fînlandayê Alexander Stubb, Serokomarê Slovakyayê Peter Pellegrînî û Serokwezîrê Almanyayê Frîedrîch Merz, hevdîtinên dualî pêk anîn.
Erdogan di 36emîn Civîna Serokên Dewlet û Hikûmetan ya NATOyê da ku ji hêla Tirkiyeyê va li Kuliyeya Serokomariyê hate lidarxistin, pêwendiyên dîplomatîk kir.
Serokê Amerîkayê Donald, serdana xwe ya fermî ya yekem bo Tirkiyeyê pêk anî û bi Erdogan ra civiya.
Serokomar Erdogan û hevjîna wî Emîne Erdogan ji bo rêzgirtina li serok û hevjînên wan yên ku beşdarî 36emîn Civîna Serokên Dewlet û Hikûmetan ya NATOyê bûn, şîv û resepsiyonek dan.
Serokomar Erdogan pêşwaziya serokên ku ji bo rûniştina sereke ya roja duyemîn ya civînê gihîştin Kuliyeya Serokomariyê kir û bi wan ra wêne kişand.
Piştî merasima pêşwazîkirinê ya fermî, wêneyek komî hat kişandin û dû ra serok derbasî Civîna Serokên Dewlet û Hikûmetan bûn.
Serokomar Erdogan her wiha bi Serokomarê Fînlandiyayê Alexander Stubb, Serokwezîrê Keyaniya Yekbûyî Keîr Starmer, Serokomarê Sûriyeyê Ahmed Şara, Serokê Konseya Yekîtiya Ewropayê (YE) Antonîo Costa, Seroka Komîsyona YEyê Ursula von der Leyen, Serokwezîrê Montenegroyê Mîlojko Spajic, Serokomarê Slovakyayê Peter Pellegrînî û Serokwezîrê Albanyayê Edî Rama ra civiya.
Piştî van hevdîtinan, Erdogan di civîneke çapemeniyê da bersiva pirsên endamên çapemeniya navxweyî û biyanî da.