Tirkiye

Serokomar Erdogan: Ji welatên qelîteya (di perwerdeyê da) navneteweyî lê zêde dibe yek jî em in

17.06.2022 - Rojanekırın : 18.06.2022
Serokomar Erdogan: Ji welatên qelîteya (di perwerdeyê da) navneteweyî lê zêde dibe yek jî em in

 Serokomar Recep Tayyîp Erdogan diyar kir ku pêşeroja Tirkiyeyê wê zarok û ciwan ava bikin û wiha domand: "Ev zarok û ciwanên ku çavên wan dibiriqin û xwîna mirov li wan dikele wê siberoja Tirkiyeyê ava bikin. Ji bo vê jî ev 20 sal e em ewilî dibêjin perwerdehî û hîndekarî. Em vê yekê mijara sereke dibînin. Em hemû derfetên xwe ji bo perwerde û hînkirinê bi kar tînin."

Serokomar Erdogan di Merasima Dayîna Karnameyan ya ku li Stadyuma Burhan Felek a li Uskudarê da axivî û hêvî kir ku sala hîndekarî û perwerdehiyê ya heyama 2021-2022an ji bo herkesî bi xêr û silamet be.

Serokomar qala kar û xebatên ku di qada perwerdehiyê da tên kirin kir û bi bîr xist ku ji welatên hejmara xwendekaran lê zêde ye yek jî Tirkiye ye û wiha domand: "Di nav welatên hejmara xwendekaran lê herî zêde dibe da em serî dikişînin û digel vê ji welatên ku nîşaneyên qelîteya navneteweyî lê zêde dibe yek jî em in."

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın