Tirkiye

Serokomar Erdogan: Ji qubeyên vê mabeda pîroz heya qiyametê wê dengê azanê kêm nebe

Barış Gündoğan  | 24.07.2021 - Rojanekırın : 26.07.2021
Serokomar Erdogan: Ji qubeyên vê mabeda pîroz heya qiyametê wê dengê azanê kêm nebe

Ankara

Serokomar Recep Tayyîp Erdogan di salewexta ku Mizgefta Ayasofyaya Mezin cardin ji bona îbadetê hat vekirin da peyama pîrozbahiyê weşand.

Erdogan ji bona salewexta vekirina Ayasofyayê li ser hesabê xwe yê medyaya civakî dîmenên nimêja înê ya ewil ku 86 sal bi şun da li mizgeftê hat kirin bi vîdeoyekê weşand.

Serokomar Erdogan di peyama xwe da destnîşan kir vejîna Ayasofyaya ku sembola bilindbûna tava medeniyeta me ye cardin li ser xêrê be, şikir ji Xwedayê me ra ku dîsa ev rojana nîşanî me dan.

Erdogan di peyama xwe da got ku înşellah ji qubeyên vê mabeda pîroz heya qiyametê wê dengê azan, selawat û xitmên şerîf kêm nebe.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.