
Ankara
Serokomar Recep Tayyîp Erdogan di peyama xwe da got: "Em ji bo ciwanên xwe yên bi wan ra bîr û xisleta neteweyî heye dixebitin û ji potansiyela ciwaniya Tirk baweriya me heye."
Erdogan bi minasebeta 19ê Gulanê Bîranîna Ataturk, Cejna Spor û Ciwaniyê peyam weşand.
Di peyama xwe da Serokomar Erdogan destnîşan kir ku ew 19ê Gulanê Bîranîna Ataturk, Cejna Spor û Ciwaniyê ya ciwanên hêviya pêşerojê û temînata siberojê ne pîroz dike.
Erdogan ragihand ku di 19ê Gulana 1919an da miletê Tirk li hemberî hêzên dagirker ên mêtînger serî rakirin û bi hev ra di avakirina Komara Tirkiyeyê da hewl dan û ve yekê nîşanî çar aliyê dinyayê dan.