Tirkiye

Serokomar Erdogan: "Ji bona ava vexwarinê baş bê emilandin wê terîfeyên biqedeme bên sepandin"

Hanife Sevinç, Çiğdem Münibe Alyanak   | 21.10.2021
Serokomar Erdogan: "Ji bona ava vexwarinê baş bê emilandin wê terîfeyên biqedeme bên sepandin"

Istanbul

 Serokomar Recep Tayyîp Erdogan, "Ji bona ava vexwarinê baş bê emilandin ji bona malbatên ku aboriya wan baş nîne bi terîfeyên biqedeme em ê terîfeyên avê yên civakî û adil bidin sepandin."

Erdogan ji Qesra Wehdedîn bi weşana zindî beşdarî Şûraya Avê ya 1emîn bû.

Serokomar Erdogan diyar kir giraniya li ser çavkaniyên avê ku wê di sedsala li pêşiyê da nirxa herî stratejîk be her sal dê hê zêde bibe û wiha axivî, "Divê em çavkaniyên xwe yê avê ziwa nekin, bi parêzin û baş biemilînin, lewra ev êdî tercih nîne mecbûriyetek e."

Erdogan destnîşan kir bi 90 projeyên ava vexwarinê ku li seranserê welêt çêkirina wan didome wê 1,8 milyar mêtrokup ava vexwarinê bigihînin 18 milyon kesên din jî û wiha peyivî, "Ji bona ava vexwarinê baş bê emilandin ji bona malbatên ku aboriya wan baş nîne bi terîfeyên biqedeme em ê terîfeyên avê yên civakî û adil bidin sepandin."

Serokomar Erdogan diyar kir ji bona di avdanê da mesrefên vejenê kêm bibin wê tevdîrên xwe zêde bikin û wiha pê da çû, "Bi projeyên avdanê em ê modelên fînansmanê yên nû ku sektora taybet jî dikevin berê derxin. Li ser zeviyên tên avdan ji bona mesref kêm bibin em ê rêbazên avdanê yên modern zêde bikin. Li gor potansiyela hewzeyên avê û projeyên avê wê tiştên bên ajotin bên destnîşankirin û li gor esasê 'çandin û ajotina li gorî avê' bê hereketkirin."

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın