Tirkiye

Serokomar Erdogan: "Ji bo aramî û aşitiya Balkanan em yek ji wan welatên garantor in"

Serokomar Recep Tayyîp Erdogan got, "Çawa ku ji bo aramî û aşitiya Balkanan çi ji destê me hat me kir, ji îro pê de jî bi heman şêweyî ji bo dabînkirina aramî û aşitiyê em welatekî garantor in."

Özcan Yıldırım   | 17.01.2022
Serokomar Erdogan: "Ji bo aramî û aşitiya Balkanan em yek ji wan welatên garantor in"

Ankara

Serokomar Recep Tayyîp Erdogan got, "Çawa ku ji bo aramî û aşitiya Balkanan çi ji destê me hat me kir, ji îro pê de jî bi heman şêweyî ji bo dabînkirina aramî û aşitiyê em welatekî garantor in." 

Erdogan û Serokwezîrê Albanyayê Edî Rama civînên dualî û yên di navbera heyetan de kirin û piştî merasima îmzaya peymanan, civîneke hevbeş a çapemeniyê li darxsitin.

Serokomar Erdogan bal kişand ser bpêkhateya Rêxistina Terorê ya Fetullahî/Dewleta Rexber (FETO) û got, "Ev pêkhateya ku xwîna bêgunehan bi destê wan ve ye, ne tenê ji bo Tirkiye li çi welatekî bin ji bo wan tehdîdeke mezin in.  Ji dil hêviya me ye ku di serdema pêşiya me de li dijî pêkhateya FETOyê gavên berceste, xurt û biryardar bên avêtin. Çawa ku ji bo aramî û aşitiya Balkanan çi ji destê me hat me kir, ji îro pê de jî bi heman şêweyî ji bo dabînkirina aramî û aşitiyê em welatekî garantor in."

Erdogan herwiha got, "Em hêvî ji Albanyayê dikin ku demildest li dijî pêkhateya FETO destbikar bibe û nehêle ji ber vê sedemê têkiliyên me xirab bibin."

Serokomar Erdogan got, "Tevî derziya TURKOVACê emê bi hemî îmkanên xwe piştevanê Albanyayê bin."

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın