Tirkiye

Serokomar Erdogan: Ji ber şewatên ku li ciyên curbecur yên welatê me derketine lêpirsîn bi berfirehî didomin

Güç Gönel  | 30.07.2021 - Rojanekırın : 30.07.2021
Serokomar Erdogan: Ji ber şewatên ku li ciyên curbecur yên welatê me derketine lêpirsîn bi berfirehî didomin

Istanbul

Serokomar Erdogan: "Ji ber şewatên ku li ciyên curbecur yên welatê me derketine lêpirsîn bi berfirehî didomin."

"(Lêpirsînên der barê şewatên li daristanan da) Li ser disekinin ka tê da niyeta xirab û tiştên bi vî rengî hene yan tunene."

"(Agirê ku bi daristanan ketiye) Di vê meseleyê da jî siyaset û spekulasyon tên kirin, mixabin di vê meseleyê da jî meriv ji ber helwesta partiyên siyasî xemgîn dibe."

"(Şewatên li daristanan) Em bi 45 firokeyên fonksîyonel midaxele dikin."

 "Di destê Saziya Esmanî ya Tirkiyeyê da balafirên pîçûk yên ku bi rehetî li vir biemilînin tunene."

"Em bi wasiteyên esmanî yên bêmirov her gav rewşa li herêmên şewatê dişopînin."

 "(Temirandina şewatan) Îro hejmara balafiran derketiye 5-6an. Di nav wan da balafirên ji Rûsya û Ukraynayê hatine kirîn hene."

"Li hezar û 140 ciyan vê gavê xebatên temirandina şewatên li daristanan derketine didomin."

"Di 28-30yê Tîrmehê da mixabin 71 şewatên daristanê derketine, jê 57 şewat hatine kontrolkirin û ji bo 14 şewatên daristanê jî xebatên kontrolkirinê didomin."

"(Temirandina şewatên li daristanan) Lehzeyek berê em bi Azerbeycanê ra axivîn û wê balafireke amfîbiyê bişîne."

"(Şewatên li daristanan) Em ê tu welatiyekî xwe mexdûr nekin."

 "Kesên malên wan şewitîne û heywanên wan telef bûne, em ê der barê wan da hemû xebatên tesbîtkirina xisarê bikin û welatiyên xwe mexdûr nekin."

 "Heya niha qederê 72 milyon doz aşî hatiye lêxistin."


Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın