Tirkiye

Serokomar Erdogan: (Ermenistan) Em li dijî her cure derbeyê ne

Nihat Kavşut  | 26.02.2021 - Rojanekırın : 27.02.2021
Serokomar Erdogan: (Ermenistan) Em li dijî her cure derbeyê ne

Istanbul

 Serokomar Recep Tayyîp Erdogan der heqê hewla derbeyê ya li Ermenistanê da wiha got, "Em li dijî her cure derbeyê ne. Bi taybetî mimkun nîne ku em derbeyan qebûl bikin."

Erdoganê nimêja înê li Uskudarê li Mizgefta Selimiyeyê ya Mezin kir peyra daxuyanî da rojnamevanan.

Serokomar Erdogan der barê hewla derbeyê ya li Ermenistanê da diyar kir ku li dijî her cure derbeyê ne û wiha axivî, "Bi taybetî mimkun nîne ku em derbeyan qebûl bikin. Nayê qebûlkirin ku esker bikevin dewrê û banga derbeyê bikin."

Erdogan li ser pirsa artêşa Ermenistanê bang li Serokwezîr Nîkol Paşînyan kiriye ku îstifa bike wiha got, "Jixwe Paşînyan di rewşeke wisa da ye ku xelkê wî ji desthilatdariyê hilde, lê gava mesele derbe be helwesta me di vê rewşê da cuda ye. Heger rêvebirî biguhere wê ev guherîn bi destê xelkê Ermenistanê çêbe. Divê ev jî li benda xelkê Ermenistanê bê hiştin."

Serokomar Erdogan li ser pirsa der barê Projeya Qanala Stenbolê da diyar kir çi hewce dike heta niha hatiye kirin û wiha peyivî, "Ne mixalefet jê fehm dike û ne jî Şaredariya Mezin ya Stenbolê jê fehm dike. Niha alternatîfên projeya me hene û em ê bi projeyê Behra Reş bigihînin Marmarayê û temam bikin. Dinyayê were û bi heyranî li vê projeyê temaşe bike."

Erdogan di berdewamiyê da wiha got, "Hûn dibînin ku Stenbol niha ketiye çi halî. Tevdîran hildidin? Na. Gavekê diavêjin? Na. Mîna ku min berê li Stenbolê şaredariyê hilda niha çiyayên sergoyan bilind dibin."

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.