Tirkiye

Serokomar Erdogan: Emê digel hêzdarkirina demokrasî û hiqûqê geşeyê bidin aboriya xwe

Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan got, "Tirkiye ji bo berfirehkirina qada xwe ya tesîrê û hêza xwe ya di asta siyasî, aborî û kurewî de xwedî her cure derfet, îmkan û binesaziyê ye."

Ahmet Aydın  | 20.11.2020 - Rojanekırın : 20.11.2020
Serokomar Erdogan: Emê digel hêzdarkirina demokrasî û hiqûqê geşeyê bidin aboriya xwe

Istanbul

Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan destnîşan kir ku Tirkiye ji bo berfirehkirina qada xwe ya tesîrê û hêza xwe ya di asta siyasî, aborî û kurewî de xwedî her cure derfet, îmkan û binesaziyê ye û wiha got, "Di 18 salên me yên rabirdû de me welatê xwe bi polîtîkayên li ser binesaziya demokrasî û geşepêdanê bipêş xistibû. Nuha jî ji bo bikaranîna firsetên li pêşberî me emê heman rêyê bikar bînin."

Serokomar Erdogan li Koşka Wehîdeddîn a li Uskudarê, pêşwazî li Meclisa Îxracatkarên Tirkiyeyê (TÎM) kir.

Erdogan di axaftina xwe ya di pêşwaziyê de anî ziman ku Tirkiye di nava qeyranên herêmî û kurewî de di têkoşanê de ye ku siberojeke nû ji xwe re înşa bike.

Serokomar Erdogan tekezî li wê yekê kir ku di têkoşanên hêzê yên li herêmê de hêza xwe ya siyasî, dîplomatîk, aborî û eskerî bi awayekî çalak bikaraniye û bi vê serkeftî bûye û wiha pê de çû:

"Pêdivê em baş bizanin û bibînin ku vîrusa koronayê di serî de Ewropa, digel temamê cîhanê me jî xistiye nava zehmetiyê de. Piştî civîna dawîn a kabîneyê em neçar man komelek tedbîrên nû bistînin. Eşkereye ku tevî hemî zehmetiyan ji welatên pêşketî baştir em pêvajoyê birêve dibin. Tirkiye ji bo berfirehkirina qada xwe ya tesîrê û hêza xwe ya di asta siyasî, aborî û kurewî de xwedî her cure derfet, îmkan û binesaziyê ye. Di 18 salên me yên rabirdû de me welatê xwe bi polîtîkayên li ser binesaziya demokrasî û geşepêdanê bipêş xistibû. Nuha jî ji bo bikaranîna firsetên li pêşberî me emê heman rêyê bikar bînin."

- "Înşaallah emê bi hevre Tirkiyeyê bigihînin hedefên wê yên 2023yan"

Serokomar Erdogan destnîşan kir ku astengên li pêşiya veberhênerên navxweyî û navneteweyî rakirine û got, "Emê di serî de tiştên tên çaverêkirin tesbît bikin, emê şaşiyan sererast bikin û emê sepanên nû yên ku îhtiyaciya Tirkiyeyê bi wan heye, cîbicî bikin. Emê Tirkiyeyê têxin nava trendeke nû ya geşepêdanê. Em weke her car di vê serdema nû de jî piştevaniya herî mezin ji îxracatkarên xwe dixwazin. Înşaallah emê bi hevre Tirkiyeyê bigihînin hedefên wê yên 2023yan."

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.