Tirkiye

Serokomar Erdogan: Em îro li cem Azerbaycanê ne. Divê hemû dinya bizanibe ku em ê sibê jî li cem bin

Kemal Karadağ  | 16.06.2021 - Rojanekırın : 16.06.2021
Serokomar Erdogan: Em îro li cem Azerbaycanê ne. Divê hemû dinya bizanibe ku em ê sibê jî li cem bin

Ankara

Serokomar Erdogan: "Em îro bi hemû derfetên xwe li cem Azerbaycanê ne. Divê hemû dinya bizanibe ku em ê sibê jî li cem bin."

 "Ji hizûr û aştiya li Qefqasan ne tenê Azerbaycan tevî Ermenistanê wê hemû dewletên herêmê û dinya îstifade bike."

 "Li gorî qinaeta me rêya aştiyeke mayînde ji hevkariyê derbas dibe ku hemû gelên herêmê û dewlet li gorî pêbaweriyeke dualî tevbigerin."

 "Kesên bi buxtanan gelê Tirk qirêj dikin pêşiyê divê li Qefqas û Azerbaycanê binihêrin. Gava wijdana wan qebûl bike em ê hê peyra der barê buxtanên wan da biaxivin."

"Kesên naxwazin ferqa di navbera medeniyet û hovîtiyê da bibînin bira werin ferqa di navbera du heyamên li Qerebaxê da mêze bikin."

"Em kêfxweş bibin ku îsal Şûşayê wek paytextê çandî ya Azerbaycanê û sala bê jî wek "Paytexta Çandî ya Alema Tirkan" bibînin."

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın