Tirkiye

Serokomar Erdogan: "Em ji Yewnanistanê dixwazin ku siyanetê nîşanî heq û berjewendiyên me bide"

Mehmet Tosun  | 09.09.2021 - Rojanekırın : 10.09.2021
Serokomar Erdogan: "Em ji Yewnanistanê dixwazin ku siyanetê nîşanî heq û berjewendiyên me bide"

Ankara

 Serokomar Recep Tayyîp Erdogan, "Em ji Yewnanistana cinarê xwe dixwazin ku siyanetê nîşanî heq û berjewendiyên me bide û ji tevgerên emrîwaqî û yekalî dûr bisekine."

Erdogan ji Sempozyuma Pirsgirêkên Cînartiyê ya Yewnanistanê û Behra Giravan ra vîde peyam şand ku Zanîngeha Dokuz Eylul û Başkentê li dar xistin.

Serokomar Erdogan diyar kir Tirkiye di têkoşîna bêhempa ya ji bona rêlibergitina koçberiya bêdestûr da ku ji Sûriyeyê çêdibe, bi tenê hatiye hiştin.

Erdogan diyar kir deriyên ku li mezlûmên Sûriyeyî hatine girtin li FETOyiyên hov ku xwîna 251 welatitên wan rêtine tê vekirin û got ku ev ji bona mirovahiyê ciyê şermê ye."

Serokomar Erdogan destnîşan kir qeyrana penaberan dibe ku di navbera herdu dewletan bibûya wesîleya zeximkirina hevkariyê, lê ji ber helwesta nelihevkirinê ya Yewnanistanê ev badilhewa bû û wiha axivî, "Em ji Yewnanistana cinarê xwe dixwazin ku siyanetê nîşanî heq û berjewendiyên me bide û ji tevgerên emrîwaqî û yekalî dûr bisekine. Ez hêvî dikim ku em ê bi Yewnanistanê ra rêyên çareseriyê yên li ser heq, edalet û hevkariyê bibînin ku guh didin hiqûqa cînartiyê."

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.