Tirkiye

Serokomar Erdogan: "Em ji ber kêmbûna pêlên dowîzê û berdewambûna îstiqrarê kêfxweş in"

Mümin Altaş   | 18.01.2022
Serokomar Erdogan: "Em ji ber kêmbûna pêlên dowîzê û berdewambûna îstiqrarê kêfxweş in"

Ankara

Serokomar Recep Tayyîp Erdogan, "Em ji ber kêmbûna di pêlên dowîzê da û berdewambûna îstiqrarê kêfxweş in. Ji xeynî eleqeya li ser TLyê xebatên me yên di vî warî da jî didomin."

Erdogan piştî serdana xwe ya li Albaniayê daxuyanî da rojnamevanan.

Serokomar Erdogan diyar kir ku hêdî hêdî û bere bere wê kurên dowîzê bikeve û faîz jî kêm bibe û got ku sala 2022yan wê sala me ya herî xweş be û em ê bi vî awayî jî bikevin sala 2023yan.

Serokomar Erdogan destnîşan kir ji ber kêmbûna di pêlên dowîzê da û berdewambûna îstiqrarê kêfxweş in û got ku ji xeynî eleqeya li ser TLyê xebatên me yên di vî warî da jî didomin.

Erdogan der barê îhtimala ku Rûsya Ukraynayê dagir bike da wiha axivî, "Ez rasteqîn nabînim. Ji bona Rûsya gaveke wiha biavêje divê rewşa li hemû dinyayê û rewşa xwe di ber çavan ra derbas bike."

Serokomar Erdogan ji bona rageşiya di navbera Rûsya û Ukraynayê da diyar kir ev herêm êdî şerekî din ranagire û got ku divê em êdî şer ji dîroka siyasetê derxin û biavêjin.

Erdogan der heqê xaza siruştî ya li Behra Reş da destnîşan kir di sala 2022yan da di hemû bîran da wê operasyonên temamkirinê yên beriya hilberînê bên kirin û wiha peyivî, "Înşellah em ê bigihînin 2023yan. Me 4 keştiyên sondajê û 2 jî keştiyên lêkolînên sismîk kirîn. Wê ev li Behra Reş jî li Behra Sipî bixebitin. Di vî warî da em ê bibin xwediyê binesaziya herî mezin."

Serokomar Erdogan ji ber ku Amerîkayê ji EastMedê alîkariya xwe vekişand diyar kir ev meseleya Amerîkayê ye û bi temamî analîzeke aboriyê ye û got ku di encama analîzan da dîtin ku ji vir tiştekî dernakeve.

Erdogan der barê pêwendiyên bi Bosna-Hersekê ra got ku Tirkiye weke dewleteke ku terefên li Bosna-Hersekê 'li benda feydeya wê ne' wê bi sekna xwe ya birûmet ji bona çareserkirina qeyranê di dewrê da be.

Serokomar Erdogan der barê fezlekeyên parêzbendiyê yên li Meclisê da jî wiha peyivî, "Wek îtifaqa Cumhur em dişopînin û hesasiyetên welatiyên xwe baş dizanin. Em naxwazin parlamentoya me bi terorê bê bilêvkirin."

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın