Tirkiye

Serokomar Erdogan: Em hem der barê Rûsyayê da hem jî der barê Ukraynayê da polîtîkaya hevsengiyê dimeşînin

Serokomar Erdogan got ku "Em hem der barê Rûsyayê da hem jî der barê Ukraynayê da polîtîkaya hevsengiyê dimeşînin. Tu carî niyeta min tune ku ez di vê polîtîkayê da ne bi Birêz Putîn ra ne jî Zelenskiy ra têkiliyan qut bikim."

Ferdi Türkten  | 20.05.2022 - Rojanekırın : 20.05.2022
Serokomar Erdogan: Em hem der barê Rûsyayê da hem jî der barê Ukraynayê da polîtîkaya hevsengiyê dimeşînin

Ankara

Serokomar Recep Tayyîp Erdogan di çarçoveya "Gotûbêjên Pirtûkxaneyê" yên ku ji ber 19ê Gulanê Cejna Werziş û Ciwaniyê û Bibîranîna Ataturk li Pirtûkxaneya Gel hat lidarxistin da bi ciwanan ra hat ba hev û di bernameyê da rojev nirxand û axivî.

- "Me ji hevalên xwe yên eleqedar ra got ku em ê ji bo ketina NATOyê ya Fînlandiya û Swêdê bib¨jin 'na"

Ciwanekî pirsa "We der barê endamtiya NATOyê ya Swêd û Fînlandiyayê da daxuyaniyên neyinî dabûn. Gelo hûn dikarin vê eşkere bikin?" kir. Erdogan li ser vê pirsê diyar kir ku di pêngava der barê NATOyê da Swêd û Fînlandiya mîhraqên terorê yên li Tirkiyeyê li welatê xwe dihewînin.

Serokomar Erdogan got ku "Dê li welatên xwe ji bo PKK û YPgyê evqas mazûvantiyê bikin, meş be me, dê bikarin paçikên xwe li pireyan daliqînin li her derê daliqînin. Ev welat welatên wisa ne ku çavkaniyên terorê yên li welatê min gelekî teşwqî dikin, piştgiriyên madî jî didin wan û piştgiriya çekan jî didin wan. Me ev ji wan ra jî gotin."

Erdogan destnîşan kir ku NATO teşkîlateke ewlehiyê û dê qebûl nekin ku di nav teşkîlateke ewlehiyê yê bi vî rengî da welatên ku piştgiriyê didin rêxistinên terorê cî bigirin û wiha axivî: "Rabirdûyê da yên ketin ketin. Di nav wan da va ye Almanya, Fransa hene. Yewnanistan û Fransa jixwe ketibûn û derketibûn lêbelê paşê mixabin ku birêvebiriya li Tirkiyeyê ya wê heyamê pêşiya van vekir û wan dîsa karîn ku bikevin NATOyê. Ma vegeriyan jî çi bû? Wek mînak li Dedeagaçê Amerîkayê baregeh ava kir. Ez Yewnanistanê dibêjim."

Erdogan da zanîn ku endamên FETOyê ji ser Yewnanistanê seyahatî Ewropayê dikin, lîsteya navên terorîstan ên ku dane ji nedîtinê tên ew hê jî tên parastin.

Erdogan ragihand ku muxatab dibêjin ku "Efendim daxwazên xwe çi ne, em bizanin li gor wan ji Swêd û Fînlandiyayê van bixwazin." û axaftina xwe wiha berdewam kir:

"Em naxwazin ku ji cihê ku carekî mar ji wir me va daye bila dîsa bi me va bide. Me di Yewnanistanê da ev dît. Em dizanin ku dê Swêd û Fînlandiya jî heman tiştê bînin serê me. Em çima bikevin nav xefleteke wisa? Bila li qisûrê nenêrin. Li NATOyê îtîfaqeke tam hewce dike. Heke welatek bibêje 'na' di nav îtifaqa NATOyê da dikarin çi nekin, nikarin wê welatê hildin. Niha di vê mijarê da ji bo me jî teqez ku hele hele Swêd bi temamî navenda terorê ye, hêlîna terorê ye. Wan di mijara çekan da ji bo me mueyîde anîn. Em tên Yewnanistanê. Ji rojava ra 400 milyar avro deynê wê heye, rojava hê jî piştgiriya çekan dide wan. Destûrê dide ku Amerîka baregehî ava bike. Heke em Tirkiyeya 85 milyonî bin ev welat rabirdûyê da carek ji wan derbe xwar dê car din heman derbeyê nexwe û em vê naxwazin. Ji bo wê jî em ê bi awayekî biryardar polîtîkaya xwe bimeşînin. Me ji hevalên xwe yên eleqedar ra got ku em ji bo ketina NATOyê ya Fînlandiya û Swêdê bibêjin 'na'. Em ê bi vî awayî di rêya xwe da biçin."

- "Em hem der barê Rûsyayê da hem jî der barê Ukraynayê da polîtîkaya hevsengiyê dimeşînin"

Erdogan li ser pirsa "Dema Şerê Rûsya-Ukraynayê da helwesteke we ya bi prensîb û bêteref hebû. Gelo ji ber vê helwestê bi taybetî ji Rûsya û Rojava tu tehde çêbûn an na? Heke çêbûbe Tirkiyeyê çawa hel kir?" ev gotin:

"Em hem der barê Rûsyayê da hem jî der barê Ukraynayê da polîtîkaya hevsengiyê dimeşînin. Tu carî niyeta min tune ku ez di vê polîtîkayê da ne bi Birêz Putîn ra ne jî Zelenskiy ra têkiliyan qut bikim.Ez bi Birêz Putîn ra jî bi Zelenskiy ra jî dîplomasiya têlefonê didomînim. Min nûnerê xwe yê taybet ji wan ra şand, ez dişînim. Me ji niha pê va jî dîsa bi heman awayî vê bidomînin.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.