Tirkiye

Serokomar Erdogan: "Em ferqa mamosteyên bikadro û mamosteyên bipeyman ji holê radikin"

Ertuğrul Subaşı   | 01.12.2021
Serokomar Erdogan: "Em ferqa mamosteyên bikadro û mamosteyên bipeyman ji holê radikin"

TBMM
 

 Serokomar Recep Tayyîp Erdogan, "Em ferqa mamosteyên bikadro û mamosteyên bipeyman ji holê radikin."

Erdogan li Navenda Çand û Kongreyê ya Gel ya Beştepeyê di Şûreya Perwerdeya Neteweyî ya 20emîn da axivî.

Serokomar Erdogan diyar kir Qanûna Pîşeya Mamostetiyê ya xebatên wê hatine temamkirin înşellah wê di demeke nêz de pêşniyazî Meclisê bikin û wiha got, "Bi saya vê serastkirinê mamosteyên me yê di dîrokê da cara ewil bibin xwediyê qanûna meslek ya berfireh û bihûrgilî."

Erdogan destnîşan kir ku zêdekirina mafên momosteyan, berfirehkirina îmkanên malî û civakî, başkirina şertên xebata wan îhmal nakin û wiha axivî, "Em ferqa mamosteyên bikadro û mamosteyên bipeyman ji holê radikin. Em mamostetiyê dixin pîşeya kariyerê û ji bo namzedî, mamostetî, mamostetiya pisporî û sermamostetiyê maf, wezîfe û berpirsyariyan eşkere dikin. Mamosteyên pispor ên 10 salan wezîfeyê bikin heke di ezmûnê da bi ser bikevin wê bibin sermamoste û wezîfeyê bikin. Em îmkana "mamostetiya" pisporî didin mamosteyên 10 salan mamostetî kirine."

Serokomar Erdogan: "Kesên îstifkariyê dikin hebin wê berdêla vê bidin"

Serokomar û Serokê Giştî yê AK Partiyê Recep Tayyîp Erdogan, "Îstifkarî di dînê me da heram e, hûn nikarin wisa bikin. Kesên wisa dikin hebin wê berdêla vê bidin."

Erdogan di Civîna Koma Meclisê ya AK Partiyê da axivî.

Serokomar Erdogan destnîşan kir ku bi îzn û qeweta Xwedê wê vî welatî ji kesên ku îstifkariyê dikin ra bikin mezel û wiha got, "Îstifkarî di dînê me da heram e, hûn nikarin wisa bikin. Kesên wisa dikin hebin wê berdêla vê bidin."

Erdogan diyar kir Tirkiyeyê cardin pêşeroja xwe ya aborî û siyasî teslimî reçeteyên CHP, IMF û saziyên bi vî rengî yên ku wesayeta aboriyê ya kurewî diparêzin neke.

- Serokomar Erdogan piştî Civîna Koma Meclisê ya AK Partiyê daxuyanî da rojnamevanan

Erdogan got ku em li ser guherandinekê dixebitin ku wê cezayên tacîz û acizkirina jinan giran bike.

Serokomar Erdogan ji bona midaxeleya Bankeya Navendî ya Komara Tirkiyeyê ya dijî dovîzê got ku gava hewce bike heqê wê heye ku Bankeya Navendî midaxeleyên bi vî rengî bike.

Erdogan der barê destnîşankirina miaşê herî kêm da got ku di mijara miaşê herî kêm da înşellah em ê encameke herî xweş ku heya niha çênebûye eşkere bikin.

Serokomar Erdogan der barê zema ji bona hekîmên pispor û pratisyen da got ku 5 hezar, 2 hezar 500 lire; zemên bi vî rengî wê bên kirin.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın