Serokomar Erdogan: Em bihayê tabanê yê kirîna çayê îsal derdixin 6 lire û 70 qurişî
Serokomar Erdogan: "Em bihayê tabanê yê kirîna çayê îsal di ser ji sedî 73yan da zêde dikin û derdixin 6 lire û 70 qurişî"
Serokomar Recep Tayyîp Erdogan di merasima vekirina Balafirgeha Rîze-Artvînê da axivî, mizgînî da cotkarên çayê û wiha domand:"Em bihayê tabanê yê kirîna çayê îsal di ser ji sedî 73yan da zêde dikin û derdixin 6 lire û 70 qurişî."
Erdogan destnîşan kir ku wan bihayê piştevaniya bo çayê didin jî zêde kir û wiha domand: "Em bihayê destekê yê çayê ku di kîlogramê da 13 quriş e di ser ji sedî 130yî da zêde dikin û derdixin 30 qurişî. Hilberînerên çayê li gorî par bi bihayê ku hema hema ji sedî 75 zêde bûye kilograma çaya xwe wê bi 7 lireyî bidin fabrîqeyan."
Serokomar destnîşan kir ku fabrîqeyên çayê yên Îkizdere û Çamlihemşînê ku kapasîteya wan rojê her yek 100 ton e jî wê di heyama kampanyayê ya pêş da dest bi hilanîn û hilberandina çayê bikin.
Di axaftina xwe da Serokomar Erdogan ragihand ku ji bo îstimlakirinê telîmat daye û wiha domand: "Min telîmat daye Wezareta Pîşesazî û Teknolojiyê û saziyên din ku bi lezûbez xebatên îstimlakkirina qada Arhavî OSByê temam bikin."
Serokomar Erdogan diyar kir ku ew digel neyarên Tirkiyeyê xebatên xwe didomînin û wiha domand: "Digel xeflet û bêbextiya kesên ku bi siyaseta xwe rê li ber neyarên Tirkiyeyê vedikin ji bona alayê hê bilind bikin em ê di rêya xwe da bimeşin."
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.