Tirkiye

Serokomar Erdogan: "Em îro li cem Azerbaycanê ne û divê hemû dinya bizanibe ku em ê sibê jî li cem bin"

Mümin Altaş   | 16.06.2021
Serokomar Erdogan: "Em îro li cem Azerbaycanê ne û divê hemû dinya bizanibe ku em ê sibê jî li cem bin"

Ankara

 Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan, "Em îro bi hemû derfetên xwe li cem Azerbaycanê ne. Divê hemû dinya bizanibe ku em ê sibê jî li cem bin."

Erdogan li Meclisa Neteweyî ya Azerbaycanê axivî.

Erdogan destnîşan kir ji hizûr û aştiya li Qefqasan ne tenê Azerbaycan tevî Ermenistanê wê hemû dewletên herêmê û dinya îstifade bike û wiha axivî, "Li gorî qinaeta me rêya aştiyeke mayînde ji hevkariyê derbas dibe ku hemû gelên herêmê û dewlet li gorî pêbaweriyeke dualî tevbigerin."

Serokomar Erdogan diyar kir îro bi hemû derfetên xwe li cem Azerbaycanê ne û got ku divê hemû dinya bizanibe ku em ê sibê jî li cem bin û wiha pê da çû, "Kesên bi buxtanan gelê Tirk qirêj dikin pêşiyê divê li Qefqas û Azerbaycanê binihêrin. Gava wijdana wan qebûl bike em ê hê peyra der barê buxtanên wan da biaxivin. Kesên naxwazin ferqa di navbera medeniyet û hovîtiyê da bibînin bira werin ferqa di navbera du heyamên li Qerebaxê da mêze bikin. Em kêfxweş bibin ku îsal Şûşayê wek paytextê çandî ya Azerbaycanê û sala bê jî wek "Paytexta Çandî ya Alema Tirkan" bibînin."

Erdogan der barê serkeftina Qerebaxê da got bira kes ji vê serkeftinê aciz nebe, çimkî ev serkeftina xerakirinê nîne ya avakirinê ye, serkeftina zilmê nîne ya edaletê ye û wiha dewam kir, "Qerebax di heman demê da dereke wisa ye ku kesên dinyayê mîna arenaya azweriyên xwe yên aborî û siyasî dibînin hesabên wan lê xera bûn."

Serokomar Erdogan diyar kir ji bona careke din kes zincîra bindestiyê neke sitûyê Qafqasan divê bi hev ra derfetên ku çêbûne baş biemilînin û wiha peyivî, "Dewlemendî û rehetiya ku bi korîdora Zengezura Nahçiwan û Bakuyê digihîne hev çêdibe nayê terîfkirin. Bi rêhesina li korîdora Zengezorê wê Ermenî jî bi rehetî xwe bigihînin Moskovayê û dinyayê, bi vî awayî dê ji dorpêça dane ser xwe xilas bibin."

Erdogan got ku gava Ermenistan pirsgirêkên xwe yên bi Azerbaycanê ra çaraser bike Tirkiye jî çi gav hewce bikin wê biavêje.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın