Tirkiye

Serokomar Erdogan: Dixwazin hişyariya me ya sedsalî bê girtin

19.09.2020 - Rojanekırın : 19.09.2020
Serokomar Erdogan: Dixwazin hişyariya me ya sedsalî bê girtin

Serokomar Erdogan: "Dixwazin Tirkiye cardin bi meseleyên xwe yên navxweyî ra biheyire û rê li ber hişyariya me ya sedsalî bê girtin."

"Piştî ku me projeya Kinali-Tekirdag-Çanakkale-Balikesîrê temam kir ku Pireya Çanakkaleyê ya 1915an jî di nav da ye wê Marmara û Anadoluya Rojava bi rêbejê dorpêç bibe."

"Beşa Gebze-Îzmitê ya ji xizmetê ra hat vekirin di heman demê da wê barê Rêbeja TEMê û Rêbeja D-100î jî sivik bike. Ev jî tê wê meneyê ku siqletiya li guzegeha Stenbol-Enqereyê jî kêm dibe."

 "Gava 10 sal berê em bi hedefên 2023yan derketin pêşberî gelê xwe derdê hin kesan hilbijartina çend meh bi şun da bû. Her çiqas di ser ra evqas zeman derbas bûbe jî li hemberî me hê jî hişmendiya siyasî ya tenê ji hilbijartinan fehm dike heye."

"Me di çaryeka sêyemîn ya salê da hilberîna xwe domand û bandora şewbê bi piranî berteref kir."

"Bi saya fînansa maqûl ku me peyda kir di warê avahî û wesaîtan da rekor li ser hev tên."

"Ji nîsana nexweşî zêde bû vir da hejmara kesên hatin îstixdamkirin zêde dibe."

"Di heyama pêş da wê îstixdam hê zêdetir bibe. Înşellah em ê çaryeka sêyemîn bi rêjeyeke pêşketinê ya baş temam bikin ku wê hemû derdor jê xweş bin."

"Em ê bi serkeftina xwe bersivê bidin kesên Tirkiyeyê bi Afrîkayê û quncên Amerîkaya Başûr ra di heman kategoriya notan da dinirxînin."

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın