Serokomar Erdogan: "Divê em hê zêdetir û xurt ligel Xezeyê bisekinin"

ANKARA (AA) - Serokomar Recep Tayyîp Erdogan got: "Divê em hê zêdetir û xurt ligel Xezeyê bisekinin. Ji bo jibîrnekirina nijadkujiyê divê em têkoşîna xwe bidomînin."

Serokomar Erdogan beşdarî Civîna Aştiyê ya Şarm el-Şêxê ya ji ber ku li Xezeyê agirbest ket rewacê li Şarm el-Şêxa bajarê Misirê hat lidarxistin bû û di rêya vegerê da di balafirê da daxuyanî da rojnamevanan û pirsên wan bersivandin.

Erdogan der barê Beyana Niyetê ya Civîna Aştiyê ya Şarm el-Şêxê da wiha axivî: "Yek bi yek sepandina mitebaqatê, di pêvajoyê da tesîra Amerîkayê ya li ser hikûmeta Îsraîlê gelekî girîng e. Ev îmzeyên ku me avêtin ji rêzê nînin. Bi van îmzeyan va êdî îradeya vê aştiyê ket nava qeydên dîrokê."

Serokomar Erdogan ji bo çareseriya doza Filistînê û aştiyê jî wiha got: "Tekane çareseriya doza Filistînê avabûna dewleta Filistînê ya serwer, serbixwe û li ser esasê sînorên 1967an e ku paytexta wê jî Qudsa Rohilat e. Tirkiye ligel aştiyê ye û wê vê pêvajoyê jî bi vî rengî bimeşîne. Ji bo ku li Xezeyê pergaleke aştiyê ava bibe, em gelekî kelecanî ne. Divê em hê zêdetir û xurt ligel Xezeyê bisekinin. Ji bo jibîrnekirina nijadkujiyê divê em têkoşîna xwe bidomînin."

Erdogan der barê avakirin û vejandina Xezeyê da jî wiha axivî: "Jinûva avakirina Xezeyê gelekî girîng e. Beriya ku zivistan were em ê seba pêdiviyên starbûna Xezeyiyan bi dil û can bixebitin. Em ji welatên Kendavê bigire di serî da Amerîka heta welatên Ewropayê, piştgiriya hemûyan dixwazin û em ê bixwazin jî."

Der barê alîkariya mirovî ya ku Tirkiye ji bo Xezeyê dike da Erdogan wiha axivî: "Di nav çend rojan da dora 350 TIRên me yên alîkariya mirovî ketin Xezeyê. Li gorî belgeya Hemas-Îsraîlê li hev kirin rojane derbasbûna herî kêm 600 TIRî tê payîn. Min got 'Heke hewce bike em konteynerên di destê xwe da sewqî herêmê bikin'. Em wisa difikirin ku vê zivistanê wan bigihînin derfetên gelekî cuda."

Serokomar Erdogan ji bo dîplomasiya ku bi Serokê Amerîkayê Donald Trump ra hatiye bidestxistin jî wiha got: "Ev dîplomasiya ku me bi Birêz Trump ra ava kiriye pir û pir girîng e. Înşallah em ê bi vê hesasiyetê va bidomînin. (Trump) got 'Çi ji bo pêvajoyê dikeve ser min em bi têlefonê xeberdin, dîplomasiya xwe ya têlefonê îhmal nekin.' Emê di her astê da hevdîtinên xwe bidomînin."

Erdogan der barê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) da jî wiha got: "Yekbûna HSDyê ya bi Sûriyeyê ra ya di demeke kurt da, wê hemleyên geşepêdana Sûriyeyê jî bileztir bike. Em timî hişyariyê didin HSDyê ku tewesulî rêyên şaş nekin û piştgiriyê bidin yekîtî û bihevrabûna Sûriyeyê."