Tirkiye

Serokomar Erdogan digel Serokê DYAyê Trump bi telefonê axivî

Serokomar Recep Tayyip Erdogan digel Serokê DYAyê Donald Trump bi telefonê axivî.

Ahmet Aydın  | 31.03.2020 - Rojanekırın : 01.04.2020
Serokomar Erdogan digel Serokê DYAyê Trump bi telefonê axivî

Istanbul

Serokomar Recep Tayyip Erdogan digel Serokê DYAyê Donald Trump bi telefonê axivî.

Li gorî daxuyaniya Serokatiya Ragihandinê, herdu serokan di telefonê de li tenişt mijarên dualî behsa pêşhatên herêmî û herwiha şewba cureya nû ya vîrusa koronayê (Kovîd-19) ya ku cîhan xistiye bin bandora xwe, kirin.

Herdu serokan di axaftina xwe de li ser mijara wê yekê mitabiq man ku têkoşîna dijî şewbê encax dê bi hevkarî û piştevaniya kurewî serkeftî be.

Ji aliyekî din ve Qesra Spî ragihand ku Erdogan û Trump di telefonê tekezî li wê yekê kirine ku piştevaniya agirbestê li Sûriye û Libyayê ji berê zêdetir giring e.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.