Tirkiye

Serokomar Erdogan: (Digel Biden) Me tedarîka F-16an mizakere kir, min ji wî helwesteke neyînî nedît

Mehmet Tosun  | 01.11.2021 - Rojanekırın : 02.11.2021
Serokomar Erdogan: (Digel Biden) Me tedarîka F-16an mizakere kir, min ji wî helwesteke neyînî nedît

Ankara

Serokomar Recep Tayyip Erdogan der heqê operasyona dervayî sînor a dijî rêxistinên terorê da wiha got, "Di dema pêwîst da helbet dê were kirin. Di wê da paşdagavavêtin tune."

Erdogan di vegera Îtalyayê da ku ji bo beşdariya Zîrweya Serokên G-20î çûbû, di balafirê da ji bo rojnamegeran zîrwe nirxand û bersiv da pirsên wan.

Erdogan bal kişand ku Zîrweya G-20î ya Romayê bi serkeftî bi dawî bû û her wiha wan civînên mefadar li dar xistin, geşedanên aboriyê yên kurewî nîqaş kirin.

Serokomar Erdogan, pirsa li ser hevdîtina wî ya digel Serokê Amerîkayê Joe Biden wiha bersivand, 1Me tedarîka F-16an mizakere kir, min ji wî helwesteke neyînî nedît. Em hêvî dikin emê vê mijara hesas ku têkiliyan eleqedar dike, bibin serî.

Digel hevkariya di mijarên Efxanistan, Sûriye, Lîbya û Behra Spî ya Rojhilat, me biryar da ku em peywendiyên xwe yên aborî jî bi awayekî xurttir bidomînin."

- Operasyonên dervayî sînor ên dijî rêxistinên terorê

Serokomar Erdogan ji bo operasyona dervayî sînor a dijî rêxistinên terorê jî wiha daxuyand, "Di dema pêwîst da helbet dê were kirin. Di wê da paşdagavavêtin tune. Heger li hemberî me PKK/PYD/YPG ku rêxistineke terorê ye hebe, çi hewce bike em ê bikin. Em ji vê tawîz nadin."

Erdogan her wisa der heqê piştgiriya Amerîkayê ya bo rêxistinên terorê da jî axivî û wiha got, "Wekî mitefiqê NATOyê, divê hevkarê me yê ku îtifaqa me heye, xwe li tiştekî wiha daneyne."

- Li Dedeagaçê avakirina baregehê

Serokomar Erdogan li ser mijara avakirina baregehê li Dedeagaçê jî wiha got, "Me ji Brêz Biden ra jî ji Macron ra jî got 'Avakirina baregeheke bi vî rengî me pir aciz dike'. Macron xwedî li vê derneket."

Serokomar Erdogan ji bo xebatên çêkirina aşiya xwemalî wiha got, "Îdiaya me TURCOVAC e. Gava dawiya salê me dest bi hilberînê TURCOVACê kir, em ê bêyî çavreşiyê aşiyê bi hemû dinyayê ra parve bikin, em ê adeta 'We nekir, lê em dikin' bêjin."

Erdogan ji bo neçûyîna xwe ya ji bo Glasgowê jî wiha got, "Telebên me neanîn cih, lewma em ji çûyîna Glasgowê vagêr bûn. Ev ne tenê ji ber ewlekariya me bû, her wisa meseleyeke têkildarî îtibara welatê me bû jî."

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.