Tirkiye

Serokomar Erdogan di têlefonê da bangî mêvanên Serokatiya Karên Diyanetê ya beşdarî bernameya li Diyarbekirê bûbûn, kir

Mehmet Tosun  | 13.09.2021 - Rojanekırın : 14.09.2021
Serokomar Erdogan di têlefonê da bangî mêvanên Serokatiya Karên Diyanetê ya beşdarî bernameya li Diyarbekirê bûbûn, kir

Ankara

Serokomar Recep Tayyîp Erdogan di axaftina xwe da silav da hemû beşdarên bernameyê û got ku ew tê çavê hafizên îcazetên xwe hildane.

Serokomar got: "Bi taybetî di rojên dawîn da li ser civaka me ya Diyanetê hin bûyerên spekulatîf rû didin. Helbet ez jî gelek li ber van bûyeran dikevim. Lê ez wisa bawer dikim ku ew yekîtî, bihevratî, piştevanî û sekna we ya xwîşk û biratiyê wê înşeallah destûrê nede daxwaza wan koman. Li vê derê tiştê divê hûn nîşan bidin yekîtî, bihevratî û xwîşk û biratî ye. Yek jî divê em hemû bi hev ra bi werîsê Xwedê bigirin."

Erdogan destnîşan kir ku ew li Diyarbekirê vê nêrînê dibîne û ji ber vê jî wan pîroz kir.

Serokê Karên Diyanetê Alî Erbaş jî ji Serokomar ra got ku beşdarvan jî silav dikin û spas kir.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın