Tirkiye

Serokomar Erdogan: Di sewqiyata dexl da di dorê da nêzî 20 keştî hene

Barış Gündoğan  | 06.08.2022 - Rojanekırın : 07.08.2022
Serokomar Erdogan: Di sewqiyata dexl da di dorê da nêzî 20 keştî hene

Ankara

 Serokomar Recep Tayyîp Erdogan der barê sewqiyata dexl û dehn da wiha got, "Di dorê da nêzî 20 keştî hene. Rûsya dibêje 'Hûn ê çi çaxê ji bona yên li cem me navbeynkariyê bikin.' Wezaretên eleqedar dixebitin."

Erdogan piştî ku li Soçiyê bi Serokê Dewleta Rûsyayê Vladimîr Putîn ra civiya di vegerê da der barê rojevê da ji rojnamevanan ra axivî.

Serokomar Erdogan diyar kir bi birêz Putîn ra li ser rubleyê li hev kirine û wiha got, "Ev jî ji hêla malî va weke çavkaniyeke din ya hêzê înşellah wê ji bona Rûsya û Tirkiyeyê bibe qezenc. Kartê Mîr yê Rûsyayê heye. Niha 5 bankeyên me bi rêya vê kar û barên xwe dimeşînin. Di vî warî da jî geşedanên mezin hene."

Erdogan li ser pirsa der barê rageşiya Çîn û Tayvanê da wiha axivî, "Ji ber şerê li Ukraynayê û şewba vîrusa koronayê bandorên neyînî li ser îstiqrar û aboriya kurewî çêdibin, divê em rê nedin qeyraneke nû."

Serokomar Erdogan destnîşan kir di meha Îlonê da Koma Şanghayê wê li Ozbekistanê bicive û got ku di hevdîtina me da birêz Putîn rica kir û heger bibe nesîb em ê jî beşdarî civînê bibin.

Erdogan li ser pirsa der barê betalkirina îmtihana 2022-KPSSyê da wiha peyivî, "Ji kesên ku îmtihana wan hatiye betalkirin wê pere neyê sitendin. OSYMyê di pêşerojê da wê şik û gumanan ji holê rake û karê xwe bike."

Serokomar Erdogan balê kişand ser xebatên li Akkuyuyê û wiha got, "Ez ê tevî heyeta xwe herim xebatên li Akkuyuyê bibînim. Der barê rewşa dawîn da agahiyê bidim birêz Putîn. Gorî wê jî ez ê bibêjim em nexşerêya xwe destnîşan bikin."

Erdogan der heqê wewqiyata dexl û dehn da jî wiha axivî, "Di dorê da nêzî 20 keştî hene. Rûsya dibêje 'Hûn ê çi çaxê ji bona yên li cem me navbeynkariyê bikin.' Wezaretên eleqedar dixebitin."


Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.