Tirkiye

Serokomar Erdogan: Di hişmendiya me ya xizmetê da partîzanî û cudakarî tuneye

17.09.2021 - Rojanekırın : 18.09.2021
Serokomar Erdogan: Di hişmendiya me ya xizmetê da partîzanî û cudakarî tuneye

 Serokomar û Serokê Giştî yê AK Partiyê Recep Tayyîp Erdogan, "Di hişmendiya me ya xizmetê da partîzanî û cudakarî tuneye. Em ne ji bona bibin efendiyê vî gelî em ji bona bibin xizmetkarê gel hatine."

Erdogan li Navenda Çandê ya Ataturk di Civîna Şêwrê ya Bajêr ya Berfireh ya Mêrsînê ya AK Partiyê da axivî.

Serokomar Erdogan di axaftina xwe da got bibe nesîb em ê roja yekşemê herin Amerîkayê û roja duşemê jî li New Yorkê li hemberî NYê vekirina Mala Tirkan ya 36 qatî bikin.


Erdogan diyar kir hin kes dibêjin 'nifşa Z û ya Y hemû li cem muxalefetê ne û got ku li vê derê ne li vê derê.

Serokomar Erdogan destnîşan kir di hişmendiya wan ya xizmetê da partîzanî û cudakarî tuneye û wiha axivî, "Em ne ji bona bibin efendiyê vî gelî em ji bona bibin xizmetkarê gel hatine. Li gor nêrîna me ji ber mezheb, bawerî û ziman di navbera mirovan da cihêkarî tuneye. Gorî baweriya me bi rengê dengên ku dane tesnîfkirina bajar tuneye."

Erdogan diyar kir wek AK Partî û Îtifaqa Cumhur dixwazin di 2023yan da li ser sandoqê baweriya gelê xwe teze bikin û rêwîtiya ji bona xizmeta gel berdewam bikin.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın