Tirkiye

Serokomar Erdogan der barê Bernameya Wedeya Navîn da li ser hesabê xwe yê medyaya civakî peyam weşand

Mehmet Tosun   | 07.09.2021
Serokomar Erdogan der barê Bernameya Wedeya Navîn da li ser hesabê xwe yê medyaya civakî peyam weşand

Ankara

Serokomar Recep Tayyîp Erdogan der barê Bernameya Wedeya Navîn a ku nexşerêya aboriya 3 salên pêşiya me eşkere dike da li ser hesabê xwe yê medyaya civakî peyam weşand.

Erdogan di peyama xwe da got bawer dike ku Bernameya Wedeya Navîn ji bo avakirina Tirkiyeyê hêzdar gaveke girîng e, ji sazî û kesên keda wan tevllî amadekirina bernameyê bûn ra sipas kir.

Serokomar Erdogan di peyama xwe da wiha got:

"Pêşdîtina me ew e ku aboriya salê ji sedî 5,3 mêzin bibe, îstixdam salê ji milyonek û 170 hezarî zêdetir be, di dawiya 3 salan da îxracat ji 250 milyar dolarî zêdetir be, kêmasiya karûbarên carî li gor dahata neteweyî dakeve asta ji sedî 1ê, kêmasiya budçeya têveberiya navendî ji sed, 2,9 be, dengeya xêncî faîzê vegere faza ji sedî 0,3yê, enflasyon bi awayê mayînde dakeve binê 10ê. Em ê dahata xwe ya neteweyî derxin ser 800 milyar dolarî, di dawiya heyama bernameyê da jî ji trîlyonekî derbas bikin."

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın