Tirkiye

Serokomar Erdogan: (Daxistina KDVyê) Em ê cezayên hişk bidin wan kesan ên ku li dijî gavên me avêtine disekinin

14.02.2022 - Rojanekırın : 15.02.2022
Serokomar Erdogan: (Daxistina KDVyê) Em ê cezayên hişk bidin wan kesan ên ku li dijî gavên me avêtine disekinin

Serokomar Erdogan: "(Daxistina KDVyê) "Em ê cezayên hişk bidin wan kesên ku dijî ekîbên me yên kontrolê û gavên ku me avêtine disekinin."

"Di vê ziyaretê da hevjîna min wê ne bi min ra be, lewra testa wê hê pozîtîf e."

Serokomar Erdogan çû Mîrektiyên Ereb ên Yekbûyî

Serokomar Recep Tayyîp Erdogan li ser vexwendina Mîrzayê Welîehd ê Ebû Debiyê Şêx Mihemed bin Zeyd Al Nehyan ji bo ku di navbera 14 û 15ê sibatê da Mîrektiyên Ereb ên Yekbûyî hin ziyaretan bike bi rê ket.

Beriya çûyina Ebû Debiyê Erdogan li Mêvanxaneya Dewletê ya Balafirgeha Ataturkê bersiv da pirsên rojnamevanan.

Alîkarê Serokomar Fuat Oktay, Waliyê Stenbolê Alî Yerlîkaya û Serokê Wîlayeta Stenbolê yê AK Partiyê Osman Nurî Kabaktepe Erdogan bi rê kirin.

Erdogan bi balafira "TC-TRK"yê di saet 11.35an da bi rê ket.

Wezîrê Karên Derva Mevlut Çavuşoglu, Wezîrê Navxweyî Suleyman Soylu, Wezîrê Darayiyê Nureddîn Nebatî, Wezîrê Bazirganiyê Mehmet Muş, Wezîrê Pîşesazî û Teknolojiyê Mustafa Varank, Wezîrê Veguhastin û Binesaziyê Adil Karaîsmaîloglu, Wezîrê Çand û Geştiyariyê Mehmet Nurî Ersoy, Wezîrê Çandinî û Daristanan Bekir Pakdemirlî, Alîkarê Serokê AK Partiyê û Berdevkê Partiyê Omer Çelik, Serokê Ragihandinê Fahrettîn Altun, Berdevkê Serokomariyê Îbrahîm Kalin jî bi Erdogan ra çûn.

Di vê ziyaretê da têkiliyên Tirkiye û MEYê wê bi hurgilî bên nirxandin, ji bo hevkarî pêşva here hemû derfet wê bên parvekirin.

Ji bilî vê der barê aştî û îstiqrara herêmê, geşedanên herêmî û navneteweyî da jî fikr û raman wê bên parvekirin.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın