Tirkiye

Serokomar Erdogan bi xanima xwe ra malbata Başak Cengiz a di êrîşa bi şûr da can da, ziyaret kir

Serokomar Recep Tayyîp Erdogan û xanima wî Emîne Erdogan dema li albuma wêneyan mêze kirin hêstiyar bûn.

Mümin Altaş, Yasemin Kalyoncuoğlu   | 16.11.2021
Serokomar Erdogan bi xanima xwe ra malbata Başak Cengiz a di êrîşa bi şûr da can da, ziyaret kir

Ankara

Serokomar Recep Tayyîp Erdogan û xanima wî Emîne Erdogan çûn ziyareta malbata Başak Cengiz a ku di êrîşa bi şûr da wefat kir û sersaxî dan malbatê.

Erdogan tevî xanima xwe ji bo Başak Cengîz a li Ataşehira navçeya Stenbolê di êrîşa bi şûr da can da çûn mala malbata wê ya li Yenîmahalleyê.

Beyhan Cengiz a dayîka Başakê dema malbata Erdogan dît got: "Çi xweş e ku mirovê li ber dilê me hatiye mala me."

Wezîra Malbat û Xizmetên Civakî Derya Yanikê jî hevaltiya malbata Erdogan kir û sersaxî da dê û bavê Başakê Beyhan û Avnî Cengiz.

Serokomar Recep Tayyîp Erdogan û xanima wî Emîne Erdogan dema li albuma wêneyên mezûnbûna Başak Cengizê tê da bûn mêze kirin Emîne Erdoganê xwe negirt û çavanda hêsir hatin xwarê.

Dayîk Beyhan Cengizê jî şalpeya ku qîza wê di dema mezûniyeta xwe da avêtibû serê xwe wek diyarî da Emîne Erdoganê.


Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.