Serokomar Erdogan bi telefonê digel Melikê Behreynê Hemed bin Îsa El Xelîfe axivî
Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan bi telefonê digel Melikê Behreynê Hemed bin Îsa El Xelîfe axivî.
Istanbul
Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan bi telefonê digel Melikê Behreynê Hemed bin Îsa El Xelîfe axivî.
Li gorî daxuyaniya Serokatiya Ragihandinê, Serokomar Erdogan di peywendiya telefonê de ji bo wefata Serokwezîrê Behreynê Şehzade Xelîfe bin Selman El Xelîfe sersaxî li xizmên rehmetî û gelê Behreynê kir.
Hat ragihandin ku di peywendiyê de mijarên weke hêzdana têkiliyên Tirkiye-Behreynê hatine gotûbêjkirin. Herwiha tekezî li wê yekê hat kirin ku dê ji bo geşepêdana têkiliyên Tirkiyeyê û welatên kendavê dê hewl bê dayin.
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.