Tirkiye

Serokomar Erdogan bertek nîşanî Mîrektiyên Yekbûyî yên Ereb da

Serokomar Erdogan der barê peymana di navbera Îsraîl û Mîrektiyên Yekbûyî yên Ereb da û wiha got: "Dibe ku em bi rêveberiya Abu Dabiyê ra têkiliyên dîplomatîk bibirin an jî balyozê xwe paşda bînin."

Nihat Kavşut  | 14.08.2020 - Rojanekırın : 15.08.2020
Serokomar Erdogan bertek nîşanî Mîrektiyên Yekbûyî yên Ereb da

Istanbul

 Serokomar Recep Tayyîp Erdogan nimêja înê li Mizgefta Hz. Elî kir û peyra pirsên rojnamevanan bersivand.


Serokomar Erdogan der barê li Rojhilatê Behra Sipî tacîza firqateyna Yewnanistanê ya dijî keştiya lêkolînkirina sismîk ya Oruç Reîsê da got ku em nikarin tu êrîşeke biçûk ya dijî keştiyên me yên sivîl bêbersiv bihêlin.

Erdogan destnîşan heta 23yê mehê keştiya Oruç Reîsê xebatên xwe bidomîne.

Serokomar Erdogan diyar kir mirî û zindiyên birayên xwe bi tenê nahêlin û got ku çi lazim dike jî ku dema wê were em ê bikin û wiha dewam kir: "Bi sîlahan gule berî goristanên hevnetewên me yên Trakyaya Rojava dan. Ev qet sinyalên erênî nînin."

Erdogan diyar kir him hevkariya bi Îsraîlê ra û him jî hevkariya di navbera Misir û Yewnanistanê da gavên dijî Filistînê bi tu awayî nayên qebûlkirin.

Serokomar Erdogan got ku hema hema tu kesên ku beşdarî Konferansa Berlînê bûn li gor şert û hewcedariyên konferansê hereket nekirin û guh nadinê.

Erdogan balê kişand ser peymana di navbera Îsraîl û Mîrektiyên Yekbûyî yên Ereb da û wiha got: "Dibe ku em bi rêveberiya Abu Dabiyê ra têkiliyên dîplomatîk bibirin an jî balyozê xwe paşda bînin."

Serokomar Erdogan destnîşan kir li cem gelê Filistînê ne û got ku me qet Filistîn neda xwarin û em ê nedin xwarin jî.

Erdogan der barê tevdîrên dijî vîrusa koronayê ya nû (Kovîd-19) da wiha axivî: "Bi taybetî rêgezên maske, mesafe û paqijiyê, divê wek gel em der barê sê rêgezan da baldar bin."

Serokomar Erdogan der heqê vekirina xwendingehan da jî wiha peyivî: "Di vê mijarê da hemû xebatan Lijneya Zanistê dimeşîne. Wezîr û wezaretên me jî biryarên Lijneya Zanistê pêk tînin û ew ê pêk bînin jî."

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın