Serokomar Erdogan: "Amadehiyên ji bona reforman hatine asta ku bi raya giştî ra parve bikin"
Serokomarê Tirkiyeyê û Serokê Giştî yê AK Partiyê Recep Tayyîp Erdogan: "Amadehiyên me yên ji bona reformên di warê aborî û hiqûqê da hatine wê astê ku em bi raya giştî ra parve bikin."

Istanbul
Serokomarê Tirkiyeyê û Serokê Giştî yê AK Partiyê Recep Tayyîp Erdogan, "Amadehiyên me yên ji bona reformên di warê aborî û hiqûqê da hatine wê astê ku em bi raya giştî ra parve bikin."
Erdogan ji Qesra Wehdedîn bi weşana zindî beşdarî kongreyên Duzce, Çorum, Amasya, Bartin û Karabukê ya Asayî ya 7emîn ya AK Partiyê bû.
Serokomar û Serokê Giştî yê AK Partiyê Erdogan diyar kir AK Partî ne tenê 18 salên dawîn yên Tirkiyeyê înşellah wê salên dûr û dirêj bibe partiya pêşeroja Tirkiyeyê û wiha got, "Em wek kadroyên ku bi seferê ra mukellef in em bi dildarî xebitîn û Xwedê gelek serkeftinan kir nesîbê me. Înşellah wê ji niha û pê da jî bidome."
Erdogan destnîşan kir bi Îtifaqa Cumhur ra dê hê pêşva herin, hê xizmetê bikin û hê projeyên mezin çêkin û wiha axivî, "Di têkoşîna Tirkiyeyê da ku ji diplomasiyê bigire heya aboriyê di gelek eniyan da dimeşîne em ê kesên ku avê dikişînin aşê dijberên me û di her firsendê da li cem biyaniyan welatê xwe gilî dikin tu wextî ji bîr nekin."
Serokomar Erdogan diyar kir her kesên ku aqil û wijdana wan heye dibînin ku ji ewlehiyê bigire heya diplomasiyê Tirkiye ji ku derê hatiye ku derê û got Tirkiyeya ku ji bêbextî, êrîş û dafikan xilas bûye îro li herêma xwe û dinyayê hatiye rewşeke wisa ku hevsengê diyar dike.
Erdogan destnîşan kir înşellah heya hilbijartinên 2023yan wek teşkîlatên partiyê, wek hikûmet û wek koma meclisê wê bi hemû hêza xwe bixebitin û careke din bi rûyekî pak û dilekî rehet serkeftî derkevin û wiha peyivî, "Emê li ser rêya xwe bimeşin, karê xwe binêrin û hewl bidin armancên ku me dabûn li ber xwe pêk bînin. Kesên ku heta niha sozên wan ew e ku Tirkiyeyê bibin 18 sal berê em ê cewaba xwe bi vîzyonên xwe bidin wan."
Serokomar Erdogan diyar kir amadehiyên wan yên ji bona reformên di warê aborî û hiqûqê da hatine wê astê ku bi raya giştî ra parve bikin û wiha axivî, "Kesên ku nikarin der barê avakirina Tirkiyeya mezin û hêzdar da gotinekê bibêjin çav berdane serkeftinên me ku ev nîşaneya bêkêrî, bêçaretî û tiraliya wan e."