Tirkiye

Serokomar Erdogan û Putîn bi têlefonê axivîn

Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan û Serokê Dewleta Rûsyayê Vladimîr Putîn bi têlefonê axivîn

23.08.2019
Serokomar Erdogan û Putîn bi têlefonê axivîn

Ankara

Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan û Serokê Dewleta Rûsyayê Vladimîr Putîn bi têlefonê axivîn.

Li gor daxuyaniya Serokatiya Ragihandinê ya Serokomariyê Serokomar Erdogan û Serokê Dewleta Rûsyayê Putîn bi têlefonê axivîn û geşedanên li Sûriye û Libyayê û pêwendiyên dualî gotûbêj kirin.

Hat diyarkirin Serokomar Erdogan destnîşan kir ku êrîş û binpêkirina agirbestê ya rejimê ku li Îdlibê dike dibe sedema qeyraneke însanî ya mezin.

Li gor agahiyan Erdogan diyar kir ku êrîşên li Îdlibê zirarê didin hewldanên ji bona çareseriyê û ji bona ewlehiya neteweyî ya Tirkiyeyê jî dibin talûke û gefeke mezin.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.