Tirkiye

Serokomar Erdogan: Îhmaleke pir biçûk dibe ku bibe sedema ji nû va belavbûna nexweşiyê

Serokomar Recep Tayyîp Erdogan: "Em ê halê teyaquzê bidomînin. Îhmaleke mezin jî ew ê bibe sedema ji nû va belavbûna nexweşiyê"

Abdullah Tel   | 22.05.2020
Serokomar Erdogan: Îhmaleke pir biçûk dibe ku bibe sedema ji nû va belavbûna nexweşiyê

Istanbul

 Serokomar Recep Tayyîp Erdogan diyar kir îhmaleke pir biçûk dibe ku bibe sedema ji nû va belavbûna şewba Kovîd-19ê û got ku "Em ê halê teyaquzê bidomînin. Îhmaleke mezin jî ew ê bibe sedema ji nû va belavbûna nexweşiyê."

Serokomarê Tirkiyeyê û Serokê Giştî yê AK Partiyê Recep Tayyîp Erdogan berî civîna Serokên Bajêr ên AK Partiyê bi pergala vîdeo konferansê xîtabî serokên bajaran kir.

Erdogan di axaftina xwe da bal kişand ser têkoşîna li hemberî şewba vîrusa koronayê û got: "Me di mijara çareserkirina tengasiyên însanî, aborî û civakî yên ji ber tevdîrên hatin hildan derketin holê da pêvajoyeke serkeftî meşand. Li welatê me jî û li dinyê jî jiyana rojane wê heta demeke li gor rê û rêzikên nû bên domandin û ev îcab dike. Wekî Tirkiye di nav sînoran da têkbirina vîrusê têrê nake, dibê herêmên li nêzî me hemû dinyayê vîrusê paqij bikin bi hev ra bigihêjin rihetiye."

Serokomar Erdogan ragihand ku Tirkiye bi hemû sazî û wezaretên xwe va di têkoşîna li hemberî Kovîd-19ê da hewleke mezin nîşan da û wiha dewam kir: "Hemû wezaret û saziyên me dijî şewbê fedekariyeke mezin nîşan dan û serkeftinên dîrokî bi dest xistin. Em derbasî pergaleke nû dibin ku bikaranîna rûpêçê, mesafeya di navberê da û paqijiyê dihewîne. Bi alîkariya Xwedê û piştgiriya gelê me va em vê nexweşiyê bi zirara herî kêm derbas dikin.

Ji bo weşanên li Îzmirê ser hoparlorên mizgeftan hatin kirin jî got: "Li Îzmirê bêbextên dizîka ketin hoparlorên mizgeftan weşanên li berevajî rêzê kirin, rêvebirên CHPyê yên li wan bajaran jî kêfxweş bûn û ev li ser medyaya civakî weşandin. Li Îzmirê bêbextên ji hoparlora mizgeftê weşanê dikin û rêvebirên CHPyê yên li vî bajarî jî li hember vê rezîliyê kêfa wan tê."

Der barê rexneyên li hemberî hikûmetê tên kirin da jî Serokomar Erdogan wiha domand: "Partiya ku paşeroja wê bi mînakên sosret va tijî ye îro radibe, qet şerm jî nake û hikûmeta me rexne dike, em bi tenê li wan mêze dikin. Ew rêgezên ku Serokê Giştî yê CHPê wek çareya ji qeyranê xilasbûnê bilêv dike tiştekî bi kêr bê di nav xwe da nahewîne. Hesreta CHPê ya ji bo IMFyê ew e ku Tirkiyeyê ji hêla siyasî û aborî va bizivirîne wan rojên wek dewra berê."

Serokomar Erdogan destnîşan kir ku wek Îtifaqa Cumhur zehmetiyeke li Tirkiyeyê ku ew nikaribin çareser bikin tuneye û got: "Înşallah em ê di 27ê gulanê da Girava Demokrasî û Azadiyan vekin."

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.