Özcan Yıldırım
12 Tîrmeh 2026•Rojanekirin: 12 Tîrmeh 2026
Li gorî daxuyaniya nivîskî ya Serokatiya Ragihandinê, bi bernameyan va armanc ew e ku helwesta biryardar a ku miletê Tirkiyeyê ji bo parastina rewatiya demokratîk û pergala destûra bingehîn nîşan da bi awayekî bibandor ji raya giştî ya navneteweyî ra bê ragihandin.
Di vê çarçoveyê da tê texmînkirin ku 15ê Tîrmehê ne tenê wekî bûyereke girîng a di dîroka nêzîk a Tirkiyeyê da, lê di heman demê da wekî mînakeke gerdûnî ya têkoşîna ji bo parastina îradeya gel, rewatiya demokratîk û pergala destûra bingehîn jî were hesibandin.
Di meha Tîrmehê da di vê çarçoveyê da wê li Almanya (Berlîn), Bosna-Hersek (Saraybosna), Belçîka (Bruksel), Swîsre (Bern), Hollanda (Lahey), Endonezya (Cakarta), Afrîkaya Başûr (Pretorya), Albanya (Tîran), Nîjerya (Abuja) û Îngiltere (London) bi tevahî li 10 welatên cuda bername werin lidarxistin
Bi bernameyan va akademîsyen, rîspî, nûnerên medyayê, saziyên civaka sivîl û biryardêr wê li hev bicivin û armanc ew e ku 15ê Tîrmehê di asta navneteweyî da ji aliyên cuda va were nirxandin.
- Belgefîlma "Wextê Şeveqê" wê were pêşandin
Armanc ew e ku beşdar bi bernameyan va feraseteke navbera dîsîplînan xurt bikin, ji rabirdûyê ders werin derxistin da ku di ayendeyê da lidijî tehdîdên bi vî rengî bingeha civakê xurtir bibe, her wiha tê xwestin ku di navbera welatan da tevkarî û feraset xurt bibe.
Li welatên ku çalakî wê lê werin kirin, ji bo ku hafizeya 15ê Tîrmehê ji raya giştî ya navneteweyî ra were parvekirin, tê plankirin ku pêşangehên wêneyan werin lidarxistin û belgefîlma "Wextê Şeveqê" were pêşandin.