Mümin Altaş
14 Tîrmeh 2026•Rojanekirin: 14 Tîrmeh 2026
Serokatiya Ragihandina Serokomariyê ji bo salvegera 10emîn a 15ê Tîrmehê Roja Demokrasî û Yekîtiya Neteweyî ji 21 welatan 41 nûnerên medyaya navneteweyî di çarçoweya "Bernameya Medyayê ya Navneteweyî ya 15ê Tîrmehê" ya ku wê li Enqere û Stenbolê werin lidarxistin da li Tirkiyeyê diezimîne.
Li gor daxuyaniya ku ji Serokatiyê hat dayîn, ji Amerîka, Îngiltere, Fransa, Îtalya, Îspanya, Arnavutluk, Bosna Hersek, Koreya Başûr, Mexrib, Etiyopya, Polonya, Afrîkaya Başûr, Qazaxistan, Qeter, Nîjerya, Qeredax, Ozbekistan, Mozambîk, Senegal, Tanzanya û KKTCyê nûnerên medyayê wê beşdarî bernameyê bibin.
Di çarçoweya bernameya ku wê di 15-17ê Tîrmehê da li Enqere û Stenbolê were lidarxistin da beşdar wê li TRTyê, li Kulliyeya Serokomariyê Muzeya Demokrasiyê ya 15ê Tîrmehê û li Stenbolê Muzeya Hafizeya 15ê Tîrmehê bigerin, beşdarî bernameyên bibîranînê bibin û der barê teşebisa derbeyê ya FETOyê û têkoşîna demokrasiyê ya Tirkiyeyê da agahiyê hildin.
Bi bernameyê va armanc ew e ku raya giştî ya navneteweyî der barê 15ê Tîrmehê da rasterast agahiyê hilde û ji têkoşîna demokrasiyê ya Tirkiyeyê haydar bibe.