Betül Bilsel
13 Tîrmeh 2026•Rojanekirin: 13 Tîrmeh 2026
Duran di parvekirina xwe da ji bo bernameya 15ê Tîrmehê wiha got:
"Bi teşrîfa Serokomarê me Birêz Recep Tayyîp Erdogan, Bernameya Taybet a Sala 10emîn a 15ê Tîrmehê Roja Demokrasî û Yekîtiya Neteweyî wê were lidarxistin. Di bernameyê da şehîdên me yên ezîz wê bi rehmet, minet û diayan werin bibîranîn, em ê di bernameyê da spasiya xaziyên xwe yên qehreman bikin. Em ê cardin hemû bi hev ra biqîrin ku tu hêz li ser îradeya neteweyî ra nîne. Ev hevdîtina mezin wê bibe nîşaneyeke xurt ku em girêdayî yekîtî, bihevrabûn, biratî û demokrasiyê ne. Em hemû welatiyên me vedixwînin vê hevdîtina mezin."