Adsız Günebakan, Fevzi Kemal Karagöz
11 Hezîran 2026•Rojanekirin: 11 Hezîran 2026
Ozel got ku Gazîentab di dîroka gelê Tirk da û di têkoşîna serxwebûnê da xwedî ciheke taybet e û got ku "Ev bajarê me yê guzîde digel gelek dewlemendiyê îro bû yek ji wan navendan ku li ser rûyê erdê biratiya Tirkiye û Sûriyeyê herî xurt lê tê hîskirin."
Ozel da zanîn ku li Sûriyeyê piştî avakirina hikûmeta nû ya bin serokatiya Serokomar Ehmed Şara Gazîentab bi bajarên li Sûriyeyê ra bi lez peywendiyên xurt danîn, ev merasima vekirinê jî van peywendiyan watedartir dike û axaftina xwe wiha domand:
"Di vê çarçoveyê da ji ber ku Serkonsolosxaneya Gazîentabê ya Sûriyeyê piştî ku di navbera salên 2005-2011an da fealiyet da ji ber şerê navxweyî ya li Sûriyeyê hat girtin û piştî 15 salan ji hêla Wezîrê Karên Derva Esad Şeybanî bixwe va hat vekirin em gelekî kêfxweş in."
Wezîrê Karên Derva yê Sûriyeyê Esad Şeybanî jî behs kir ji ber ku li Gazîentabê ye kêfxweş e û got ku "Ev vekirin digel ku berdewama welatekî ku bi rûmeta xwe ji nû va rabû ser piyan e bi awayekî eşkere îfadeya rola eslî ya saziyên dewletê ye ku welatiyên xwe diparêze û xizmeta wan da ye. Ev geşedan di heman demê da wekî pireyeke saxlem e ku di navbera gelên Sûriye û Tirkiyeyê da cîranî û hevkariyê hê xurttir dike."
Waliyê Gazîentabê Kemal Çeber, Şaredara Bajarê Mezin Fatma Şahîn, Balyozê Şamê Nuh yilmaz, Serkonsolosê Gazîentabê yê Sûriyeyê Alî Cemalettîn Mustafa û vexwendî beşdarî merasimê bûn.