Tirkiye

Serbazê berê yê cebilxane daye tîma suîqestê ya FETOyê hat qefaltin

Abdulkadîr O.yê serbazê berê ku di dema hewla derbeyê ya FETOyê ya di 15ê Tîrmeha 2016an da cebilxane daye tîma MAKê ku ji bona suîqesta Serokomar Recep Tayyîp Erdogan çûn Marmarîsê li Eskîşehirê hat qefaltin.

10.09.2019 - Rojanekırın : 10.09.2019
Serbazê berê yê cebilxane daye tîma suîqestê ya FETOyê hat qefaltin

Izmir

Abdulkadîr O.yê serbazê berê ku di dema hewla derbeyê ya Rêxistina Terorê ya Fetullahî (FETO) ya di 15ê Tîrmeha 2016an da cebilxane daye tîma MAKê ku ji bona suîqesta Serokomar Recep Tayyîp Erdogan çûn Marmarîsê li Eskîşehirê hat qefaltin.

Li gor agahiyan Serdozgeriya Komarê ya Îzmirê dijî Abdulkadîr O.yê serbazê berê ku di dema hewla derbeyê ya FETOyê ya di 15ê Tîrmeha 2016an da cebilxane daye tîma MAKê ku ji bona suîqesta Serokomar Recep Tayyîp Erdogan çûn Marmarîsê lêpirsîn da destpêkirin.

Li ser agahiya ku gumanbar li Eskîşehirê ye operasyon dan destpêkirin û ekîbên Şaxa Dijî Terorê ya Midûriyeta Ewlehiyê gumanbar binçav kirin û wê bînin Îzmirê.

Wek mayîn hatibû tesbîtkirin ku Abdulkadîr O. 15 roj beriya hewla derbeyê ya FETOyê ya di 15ê Tîrmehê da li cebilxaneyê hatiye wezîfedarkirin.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.