Tirkiye

Şehîdên Bidlîsê hatin oxirkirin

Nihat Kavşut   | 05.03.2021
Şehîdên Bidlîsê hatin oxirkirin

Ankara

Ji bona 11 eskerên li Bidlîsê di qezaya firokeyê da şehîd ketin merasima dewletê hat lidarxistin.

Cinazeyên 11 eskerên di qezaya firokeyê da şehîd ketin piştî merasima oxirkirinê ya li Elezîzê hat lidarxistin ji bona merasima dewletê anîn Enqereyê.

Cinazeyên li alaya Tirkiyeyê alandibûn ji bona merasimê anîn Mizgefta Ahmet Hamdî Aksekî û merasima dewletê hat lidarxistin.

Piştî nimêja înê li mizgeftê nimêja cinazeyan hat kirin.

Serokomar Recep Tayyîp Erdogan piştî nimêja cinazeyan axivî û wiha got, "Xwedê sebrê bide hemû malbat, artêş û gelê me. Em mihtacî tezkiyeya şehîdên xwe ne, lewra ew ji bona me derketibûn rê û di vê rêwîtiyê da bi mirina muqadder ra rû bi rû man."

Erdogan peyra serxweşî da xizmên şehîdan ku di merasimê da amade bûn.

Di merasimê da ji xeynî Serokomar Recep Tayyîp Erdogan, Serokê Meclisê Mustafa Şentop, Alîkarê Serokomar Fuat Oktay, Serokê Giştî yê CHPyê Kemal Kiliçdaroglu, Serokê Giştî yê MHPyê Devlet Bahçelî, Wezîrê Parastina Neteweyî Hulusî Akar, Wezîrê Hawirdor û Bajarvaniyê Murat Kurum, Sererkan Orgeneral Yaşar Guler, fermandarên artêşê, gelek wezîr, parlamenter, serokên partiyên siyasî û rayedarên eskerî amade bûn.

Piştî nimêja cinazeyan û merasimê ji bo definkirinê cinaze şandin memleketên wan.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın