Tirkiye

Sedef Kabaş di çarçoveya lêpirsîna "heqareta dijî Serokomar" da sewqî dadgehê kirin

Uğur İslamoğlu  | 22.01.2022 - Rojanekırın : 23.01.2022
Sedef Kabaş di çarçoveya lêpirsîna "heqareta dijî Serokomar" da sewqî dadgehê kirin

Istanbul

 Sedef Kabaşa ku ji ber axaftineke xwe ya di bernameyeke têlevizyonê da bi hinceta "Heqaret li Serokomar kiriye" der heqê wê da lêpirsînê dest pê kiribû û hat binçavkirin vê gavê sewqî dadgehê kirin.

Ekîbên Midûriyeta Şaxa Ewlehiya Stenbolê di çarçoveya lêpirsîna ku Serdozgeriya Komarê ya Anadoluyê da Kabaşa di bernameyeke têlevizyonê da heqaret li Serokomar kiriye li otêleke li Uskudarê binçav kirin.

Ekîban ji bo jêpirsînê Kabaş birin midûriyeta ewlekariyê û karûbarên fermî ên li vê derê hatin temamkirin.

Polêsan Kabaş sewqî Dadgeha Stenbolê ya li Çaxlayanê kirin.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.